Ji bo gireva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ji gelek welatan piştgiriya ziyaretê

Çalakiya gireva birçîbûnê ya li Strasboûgê ku bi armanca Şengalê di qada navnetewî û têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Ocalan agahî bigirin di roja 5. de bi ziyaretkigina gel dewam dike.

Rêveberên Meclîsa Dîaspora ya Şengalê dan diyarkirin ku tevî germaya zêde jî çalakiya gireva birçîbûnê bi moralekî bilind dewma dike.

Çalakiya gereva birçîbûnê a ji aliyê Meclîsa Diaspora ya Şengalê ku di 23’ê Tebaxê li beşa La Tres-Sanînte-Dêra Trînîte ya semta Esplanade destpêkirî didome.

Di saetên sibehê de Kurdistaniyên ku ji welatên mîna Swîsre, Ingilîstan û Elmanyayê û ji bajarên nêzî Strasboûrgê ji bo piştgiriyê hatin ziyareta çalakvanan. Endamê Komîteya Amadkar Sezaî Ûçar anî ziman ku tevî germahiya hewayê jî çalakvan bi moralekî mezin çalakiya xwe dewam dikin, bi hezaran kesên ku tên paka nêzîkî cihê çalakiyê jî eleqeyek mezin nîşanî çalakvanan didin.

Ûçar da zanîn ku ji ber ku girev kete roja 5. de hêdî hêdî bandorî li ser çalakvanan dike, kontorlên rûtîn dewam dikin. Ûçar destnîşan kir ku niha ti pirsgirêkên tendirustiyê nîne û bi taybet eleqeya Kurdistaniyên ji welatên dûr tên pir zêdeye û moralekî bilind dide çalakvanan.

Reveberên Meclîsa Dîaspora ya Şengalê Fikret Îgrek, Beşîr Ezîdî, Kahraman Bedirxanî, Çavreş Hesen, Peş Îmam Ekrem û Bozo Bacînî bê dem û dorveger ketin gireva birçîbûnê, 5 Êzidî û 4 endamên Federasyona Elewî yên Demokrat (FEDA), bi armanca piştgiriyê dest bi gervê ku 5 rojan dorveger dewam bikin, kirin.

Piştî FEDA’yê û şûn de 5 endamên ku ji Federasyaon Êzidî yên Ewropaî Civaka Îslama Kurdistan (CÎK), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Tevgera Çand û Huner a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) pêk tên, her hefteyê bi armanca piştgiriyê wê 5 rojan bikevin gireva birçîbûnê.

...