Li Stockholmê dagirkirina Cerablûsê hate şermezarkirin
Dagirkirina Cerablûsê ya ji hêla dewleta Tirk ve li paytexta Swêd a Stockholmê ve bi xwepêşandanekê hate şermezarkirin.
Dagirkirina Cerablûsê ya ji hêla dewleta Tirk ve li paytexta Swêd a Stockholmê ve bi xwepêşandanekê hate şermezarkirin.
Li ser banga Naveda Çanda Kurd a Demokratîk a Stockholmê û Yekîtiya Jinên Kurd Sara saet 13.00’ê bi sedan Kurdistaniyê ku li ber parka Humlegordenê hatin cem hev, bi pankartên ku dagirkeriyê şermezar dikin û bi alayên PKK’ê, KCK’ê, YPG,YPJ’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi cihê mîtîngê, navenda bajêr ve meşiyan.
Di meşê de axaftinên bi naveroka şermezarkirina dagirkeriya Tirk û teşhîrkirina AKP’ê hatin kirin. Gelek caran dirûşmên, ‘’artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime’’, ‘’destê xwe yê bi xwîn ji Kurdistanê bikişîne’’, ‘’Kujer Erdogan, Yekîtiya Ewropa ya durû’’, ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re azadî’’ hate berzkirin.
Di mîtîngê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Kurda Kasirga axivî. Di axaftinê de hate gotin, dewleta Tirk û AKP ne ji bo ku li DAIŞ’ê şer bikin ji bo ku deskeftiyên Kurdan têk bibin Cerablûs dagir kirine û piştre rexne li wan welatan anîn ku bêdeng dimînin û dipejirînin.
Karvan Saîd jî li ser navê KNK’ê axivî û got, dewleta Tirk hem li Bakurê Kurdistanê bi ser gelê Kurd de komkujiyan dike û li hêla dî ji bo ku pêşî li statûya Kurdan bigire, li Sûriyê destekê dide çeteyên DAIŞ’ê û êrîş dibine ser hêzên YPG’ê, YPJ’ê ku li dijî DAIŞ’ê şerekî hîkar dide û herî dawî jî Sîd bang kir ku welatê rojavayî li hemberî dagirkirina Cerablûsê dengê xwe derxînin.
Ji Konsêya Aştiyê ya Swêdê Kemal Gorgu jî got, di dema qirkirina bi ser Êzîdiyan de li Şengalê, dinya hemû temaşe dikir lê YPG’ê, PKK’ê jiyana bi hezaran Êzîdî xilas kirine û dawiyê xwest ku PKK ya ku ji bo 50 milyon têkoşîna azadiyê dide, ji lîsteya terorê were derxistin.
Gorgu, diyar kir dagirkirina Tirkiyê ya Cerablûsê li diî peymanên navnetewî ye û got, binbariyên Swêd û Yekîtiya Ewropa hene ku divê li dijî vê dagirkirinê derkevin.
Xwepêşandan li gel dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê bi dirûşmên ‘’Şehîd Namirin’’, ‘’ bijî Serok Apo’’ bi dawî bû.