Fermandarê Giştî yê Zêrevanên Xabûrê jiyana xwe ji dest da

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Zêrevanên Xabûrê Basil Taliya (Akad) li Şedadê ji ber teqîna mayînê jiyana xwe ji dest da.

Meclîsa Zêrevanên Xabûrê ya ser bi Meclîsa Leşkerî ya Asûrî, bi rêya malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand û ragihand, fermandarê wan ê giştî Basil Taliya (Akad) li Şedadê jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de hat gotin, Taliya dema hewl dida mayîneke çeteyên DAIŞ'ê rake, mayîn teqiya ye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya Fermandarê Giştî yê Zêrevanên Xabûrê bi vî rengî ye:

Nav paşnav: Basil taliya
Nasnav: Akad
Navê Bav: Dawûd
Navê Dayikê: Lolo
Cihê ji dayikbûnê: Gundê Til Şamîran/Til Temir
Dem û cihê tevlîbûnê: 2013/Til Temir
Dem û cihê şehadetê: 27.8.2016- Şedadê