Tecrîd li Swîsre û Fransayê hat şermezarkirin
Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, berfireh dibin. Li Swîsre û Fransayê bi vê armancê çalakî hatin lidarxistin.

ZURÎCH
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Zurîch ê Swîsreyê dijîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkirina Cerablûsê bi meşekê şermezar kirin.
Li ser banga DEM-KURD, HDK-Swîsre û Komîteyên Rojava, girseya gel saet di 14:00 de li meydana Helvetîaplatzê li hev civiya û dest bi meşê kir.
Di dema meşê de dirûşmên "Artêşa Tirk ji Kurdistanê derkeve," "Ji Ocalan re azadî, li Kurdistanê aştî", "Bijî Serok Apo", "Kujer Erdogan", "Destên xwe yên bi xwîn ji Rojava bikişînin" û "Piştgirî ji bo Rojava" hatin qîrîn. Çalakgeran li ser armanca çalakiya xwe gelek belavok belav kirin.
LÛZERN
Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê, Meclîsa Jinê Arîn Mîrkan li Festîvala Kolanan a Îndûstrî, standek vekir û bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Li vê derê, têkildarî jiyana Ocalan belavok hatin belavkirin.
TOÛLOÛSE
Li başûrê Fransa bajarê Toûloûse, bi heman armancê meşek hat lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê girseya gel dest bi meşê kir. Çalakgeran bang li her kesî kirin, ku li dijî tecrîdê rabin ser piyan. Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" qediya.