BI DÎMEN

Dagirkirina Cerablûsê li bajarên Amsterdam û Berlînê hat şermezarkirin

Dewleta Tirk a ku bajarê Cerablûsê yê Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye, li bajarê Amstedam ê Hollandayê û li bajarê Berlîn ê Elmanyayê hat şermezarkirin.

Dewleta Tirk a ku bajarê Cerablûsê yê Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye, li bajarê Amstedam ê Hollandayê û li bajarê Berlîn ê Elmanyayê hat şermezarkirin.

AMSTERDAM

Dagirkirina Cerablûsê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Amsterdam ê Hollandayê bi mîtîngekê hat şermezarkirin.

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Amsterdamê, Kurdistanî û dostên wan saet di 16:30 de li Beûrspleînê li hev civiyan, alên PKK, KCK, PYD, YPG, YPJ, MLKP û Ciwanên Azad, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin.

Di axaftinên li qada mîtîngê de dagirkeriya dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê hatin şermezarkirin. Çalakgeran dirûşmên "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin", "Kujer Erdogan, durû Yekîtiya Ewropa", "Bijî Serok Apo", "Ji Ocalan re azadî li Kurdistanê aştî" qîriyan. Di çalakiyê de belavokên bi zimanên Hollandî û Îngilîzî hatin belavkirin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê bi heman armancê mîtîngek hat lidarxistin. Kurdistanî û nûnerên sazî, rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî û antî faşîst û partiyên siyasî yên Elman li Brandenbûrger Tor li hev civiyan. Mîtînga protestoyî saet di 17:00 de destpê kir û dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablûsê û êrîşên li hemberî QSD'ê û YPG'ê hatin şermezarkirin.

...