YPG: Derbên giran li çeteyan hate xistin; li Şehdadê herî kêm 108 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku di êrîşên berfireh ên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gundê Azawî û qadekî berfireh a qasî 15 km dikeve Başûrê Şedadê de, herî kêm 108 çete hatin kuştin û rêjeyekî zêde cebilxane hate desteserkirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir kû çeteyên ku hewldan çeperên hêzên wan bişkînin derbên giran xwarin û di şer de herî kêm 108 çete hatin kuştin û hêzên wan dest danîne ser rêjeyekî zêde ya cebilxaneyan. YPG’ê da zanîn ku di şer de jî 10 hevriyên gihiştine şehadetê.

YPG’ê wiha anî ziman: “23’ê Tebaxê çeteyên DAIŞ’ê êrîşek berfireh biribûn li ser gundê Azawî û qadekî direjahiya 15 km ê dikeve başûrê Şedadê. Çeteyên ji Iraq, Reqa û Dera Zor hatibûn kom kirin tevî çekên giran û wesayîtên zirxî 3 roj êrîşên xwe berdewam kirin. Di van 3 rojan de çeteyan bi 6 wesayîtên tijî teqemenî êrîş birin li ser hêzên me lê her 6 wesayîtan ji aliyê hêzên me ve hatibûn rûxandin. Ji bilî van wesayîtan 1 Hammer û 1 wesayîtekî din a leşkerî jî hatin ruxandin.”

108 ÇETE HAITN KUŞTIN; RÊJEYEK CEBILXANE HATE DESTESERKIRIN

YPG’ê destnîşan kir ku piştî şerê dijwar ên 3 rojan, êrîşê çeteyan bi temamî tek çû. Di van şeran de qasî hat zelalkirin 108 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Di lêgerînê qadê de jî tevî 71 termê çeteyan 9 wesayîtên leşkerî, 1 wesatîta teqemenî barkirî, 2 wesayîtên doçka barkirî, 3 doçkayê 14,5mm, 600 fîşekên doçka 14,5mm, 1 çeka sekvaniyê ya bi navê Şiyar, 2 BKC, 1.400 fîşekên BKC, 17 kleş, 66 şerjor û 900 fîşekên kleşê, 1 roketavêja B7 û 5 guleyên wê, 8 bombeya destan, 5 raxtê xwekûj, 1 dabance, 1 tablet, 2 bêtel ketin destê hêzên me.

10 ŞERVANAN JIYANA XWE JI DEST DAN

YPG’ê wiha anî ziman: “Di şerê 3 rojan de 10 hevalên me yên ku bi lehengî li pêşiya êrîşên çeteyan girtin û bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê.”

ÊRÎŞÊN ARTEŞA TIRK A LI DIJÎ AXA FEDERASYONA ROJAVA-BAKURÊ SURIYÊ LIDARDIXIN HER DIÇE BERFIREH DIBE.

YPG’ê wiha got: “Di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk şeva 26’ê Tebaxê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Yapsê ya dikeve rojhilatê Kobanê.

Dîsa şeva 26’ê Tebaxê jî arteşa Tirk bi tankan û çekên giran êrîş birin li ser çeperên hêzên me û Erka Xwe Parastinê ya gundê Museka ya giredayî navçeya Raco ya Efrînê.

Heman şevê dîsa arteşa Tirk di navbera Amûdê û Dirbesiyê de jî bê serûber gule li ser wesayîtên ku li ser rê re derbas dibûn reşandin.

Her wiha arteşa Tirk îro saetên nîvro de jî tevî wesayîtên zirxî ji milê deriyê sînor û ji gundê Til Şair ketin axa Rojava.

ÊRÎŞÊN ÇETEYAN DEWAM DIKIN

YPG’ê diyar kir ku 26’ê Tebaxê saet 19.00’an de komên çeteyên di bin banê koalîsyona Suriyeyê de tevdigerin bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Minix û Alkamiyê ya giredayî Efrînê.