BI DÎMEN

Çalakiyên ji bo Ocalan ên li Ewropayê dewam dikin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajarên Ewropayê hat şermezarkirin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajarên Ewropayê hat şermezarkirin.

KOPENHAGEN: Ciwanên Kurd li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, li 3 cihên cuda li dijî tecrîdê çalakî pêk anîn. Ciwanan ji bo demekê, kûleya Rûndetarn a dîrokî dagir kirin û pankarta bi 10 metreyan dirêj a bi nivîsa "Freedom For Ocalan, Free Kurdistan" nivîsandin. Li dora kûleyê jî li ser armanca çalakiyê belavok belav kirin. Ciwan piştre li botekê siwar bû û pankartên bi nivîsa "Free Kurdistan, Freedom For Ocalan" û "Remove PKK from the terror lists" vekirin. Ciwanan herÎ dawî her du parnkart bi pireke bilind ve kirin û çalakiya xwe qedandin.

HANNOVER: Li ser banga NAV-DEM'ê Kurdistanî û dostên wan li bajarê Hannover ê Elmanyayê, li dijî tecrîdê meşiyan. Meşa ji ber gara trenê ya navendî destpê kir, di nava kolanên qelebalix ên bajêr de dewam kir û piştre mîtîngek hat lidarxistin. Qisekerên mîtîngên xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd abdullah Ocalan were rakirin. Li aliyê din, di festîvala çandan a şaredariya Hannoverê de Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî konekî çandê û agahdarkirinê vekir.

MONTPELLÎER: Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Montpellîer ê Fransayê bi mîtîngekê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Cevat Guneş peyivî. Guneş got, heta ew agahiyê ji Ocalan bigirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Di çalakiyê de komkujiya li Dîlokê û hewldana dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve, hatin şermezarkirin.

GOTEBORG: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Goteborg ê Swêdê dijîn, li dijî tecrîdê û dagirkirina Cerablûsê meş û mîtîngek lidar xistin. Çalakger li ser banga Navenda Civaka Demokratîk û Komîteyên Rojava li meydana Mîllenîûmplatsenê li hev civiyan û bi qasî 4 kîlometreyan meşiyan. Di meşê de belavokên li ser çalakiyê hatin belavkirin û piştre li meydana Jarntorgetê mîtîngek hat lidarxistin. Ji Navenda Çanda Gelê Kurd a Goteborgê Abdullah Devecî li vir axivî û bal kişand ser girîngiya Ocalan a ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn. Devecî tecrîda giran şermezar kir û ji bo azadiya Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, tecrîda li ser Ocalan bi mîtîngekê hat şermezarkirin. Girseya gel a li meydana Canebîerre li hev civiya, tecrîd protesto kir. Çalakî wê di hefteya pêş de jî dewam bike.

...