Li Bremenê li dijî tecrîdê mîtîng
Li Bremenê li dijî tecrîda li ser Ocalan mîtîngek hate lidarxistin, hate xwestin ku têkoşîn were geşkirin.
Li Bremenê li dijî tecrîda li ser Ocalan mîtîngek hate lidarxistin, hate xwestin ku têkoşîn were geşkirin.
Li Bremen a Elmanya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo destekê bidin çalakgerê ku li Strasboûrgê di girêva birçîbûnê de, çalakiya kondanînê bi mîtîngekê bi dawî bû.
Çalakî ji hêla TEV-DEM’ê û Ciwanên Azad ve hatibû lidarxistin, bi sedan kes li çalakiyê amade bûn.
Di çalakiyê de Tuncer Yalinkiliç li ser navê TEV-DEM’ê, li ser navê Migefta Seîdê Kurdî Muhyettîn Boztîmûr, li ser navê PYD’ê Ayhan Rojava, li ser navê NAV-DEM Bremenê jî Saît Bîlgîn axivî. Di axaftina hate xwestin ku li dijî tecrîda li ser Ocalan û dagirkeriya Cerablûsê têkoşîn were xurtkirin.