Çalakgerên greva birçîbûnê hatin agahdarkirin

Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrgê, ku ji aliyê Meclîsa Şengalê ya li Dîasporayê ve hatiye destpêkirin û daxwaza hevdîtina bi Ocalan re û naskirina statuya Şengalê tê kirin, di roja 6. de ye.

Dr. Fahrettîn Gulşen ê ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve hatiye wezîfedarkirin, bi rêk û pêk kontrola çalakgeran dike û li ser mijarên divê bala çalakgeran li ser bin, agahiyan dide çalakgeran.

Greva birçîbûnê, li Dêra La Tres-Saînte-Trînîte ya li taxa Esplanade ya Strasboûrgê ji 23'ê Tebaxê û vir ve dewam dike. Di çalakiyê de ji Konseya Ewropa (KE) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) tê xwestin, ku ji bo pêkhatina hevdîtina bi Ocalan re bikevin nava tevgerê. Armaneke din a bingehîn a çalakgeran jî naskirina statuya xwerêveberiyê ya Şengalê ye.

Ji roja Sêşemê û vir ve bi sedan Kurdistanî ji Strasboûrg, bajar û welatên derdorê hatin serdana çalakgeran. Dr. Fahrettîn Gulşen ê ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve hatiye wezîfedarkirin, bi rêk û pêk kontrola çalakgeran dike.

ÇALAKGER HATIN AGAHDARKIRIN

Dr. Gulşen, li ser xalên divê çalakger bala wan li ser be, agahiyan dide. Dr. Gulşen da xuyakirin, ku ti nexweşiyeke çalakgeran a li pêşiya tevlîbûna wan bibe asteng nîne, lê belê roj bi roj ji ber birçîbûnê hevsengiya bedena wan xear dibe û êş dikeve serê wan.

Dr. Gulşen diyar kir, dibe ku nexweşiyên mîna navêşî, xelandina mîdê rû bide û anî ziman, di hefteya duyemîn a çalakiyê de nexweşiyên bi vî rengî dikarin der bibin.

Dr. Fahrettîn Gulşen da xuyakirin, ku pêkane nexweşiyên; hesasiyeta zêde, aciziya ji dengê zêde derkevin holê.

Dr. Gulşen bibîr xist, ku ji gelek welatên Ewropayê mirov tên serdana çalakgeran û xwest, di mijara grîpê de çalakger hay ji xwe hebin. Dr. Gulşen pêşniyar li çalakgeran kir, ku di rojên pêş de kêmtir tevbigerin û ragihand, ev yek wê zêde tehdê nede bedenê.

...