ROJANE
Hemû Nûçe
-
Gelê Serêkaniyê li dijî dagirkeriya Tirk meşiya
Nerazîbûnên li dagirkirina Cerablûsê zêde dibin. Li Serêkaniyê bi hezaran kes li dijî dewleta Tİrk a Cerablûs û xaka Sûriyeyê dagir kiriye, meşiyan. -
Kurdên li Ewropayê dagirkirina Cerablûsê şermezar kirin
Li gelek bajarên Ewropayê, li dijî dewleta Tirk a ku bajarê Cerablûs ê Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye, çalakî hatin lidarxistin. -
Du şervanên YPG'ê yên Îngilîz hatin bîranîn
Ji şervanên Îngilîz ên li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane Kosta Erîc Scûrfîeld û Dean Carl Evans li Londonê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. -
Ji bo festîvala li Kolnê destûr hat girtin
Polîsên Kolnê dan xuyakirin, ku ji bo festîvala li bajêr destûr hatiye dayîn û ji bo festîval bi rengekî ewle were lidarxistin, bi her awayî tedbîr hatine girtin. -
Bala medya biyanî li ser greva birçîbûnê ye
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statuya Şengalê ji aliyê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê ve hat destpêkirin, di roja 8. de ye. Bala gelek saziyên medyayê li ser çalakiyê ye. -
Nûçegîhanê DÎHA’yê Yoksun bi derbkirinê hat binçavkirin
Nûçegîhanê DÎHA’yê Metîn Yoksun dema berxwedana karkerên şaredariyê li Stenbolê dişopand, ji hêla polîsan ve hat derbkirin û binçavankirin. -
Meclîsa Leşkerî ya Cerablûs: Agirbest nayê wateya qebûlkirina dagirkeriyê
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê ragıhand ku di navbera wan û artêşa Tirk de bi navbeynkariya Emerîkayê agirbestek hatiye îlankirin. -
Li Çewligê li 20 herêman qedexeya kolanan hate îlankirin
Walîtiya Çewligê, ragihand ku li 7 navçe û navenda bajarê bi giştî 20 hermên jîngehî bi hincetên “Herêmên Ewlekarî ya Tabet” qedexe îlan kir. -
Li Cerablûsê ‘Agirbest’ pêk hat
Piştî êrîşên hewldana dagirkirinê yên dewleta Tirk û şûn de Meclîsa Leşkerî ya Cerablûs û artêşa Tirk agirbest îlan kirin. -
Ciwanên Kurd sibehê wê dest bi Meşa Dirêj bikin
Ciwanên Kurd wê Meşa Dirêj dest pê bikin, tecrîdê û dagirkeriya Rojava şermezar bikin. -
Girêva birçîbûnê ya Meclîsa Dîaspora ya Şengalê kete roja 7’an
Grêva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger ya Meclîsa Dîaspora ya Şengalê ku li Strasboûrgê bi şîara, ‘’Divê bi Ocalan re hevdîtin werin kirin û statûya Şengalê were naskirin’’ kete roja 7’an. -
2 sal û nîv cizayê girtîgehê li Mûstafa Çelîk hate birîn
Li bajarê Celle yê Elmanya, siyasetmedare Kurd Mûstafa Çelîk ê ku bi endamtiya PKK’ê dihate darizandin, 2 sal û nîv ciza lê hate birîn. -
SYPG’ê komkujiyên ku çeteyên dewleta Tirk li Cerablûsê kirine lenet kir
Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) komkujiyên sivîl ên ku dewleta Tirk bi dagirkirina Cerablûsê li gundan pêk anîn lenet kir û destnîşan kir ku wê heta dawiyê xwedî li Şoreşa xwe ya Rojava derkevin. -
CDK-F: Em bi awayekî xurt tevlî 24. Festîvala Çanda Kurd bibin
CDK-F, bang li gelê Kurdistanê û dostên wê yên li Fransayê dimînin kir ku 3’yê Îlonê li bajarê Koln ê Elmanyayê bi şîara ‘ Roj, roja xwedîderketina li ax, çand, Rêbertiya xwe ye’ tevlî 24. Festîvala Çanda Kurd bibin. -
Ji YPJ’ê têkîldarî îdîayên dîlgirtina 2 şervanan daxuyanî
YPJ’ê diyar kir ku îdîaya dîlgirtina 2 şervanên wan ne rast e, her du şervan jî di nav yekîneyên xwe de li ser wezîfeya xwe ne. -
Spîegel: Tirkiye bi êrîşkirina YPG’ê, rê li DAÎŞ’ê fireh kir
Der Spîegelê jî dît ku şerê ku dewleta Tirk li dijî YPG’ê qaşo di bin navê şerê bi DAÎŞ’ê re daye destpêkirin, rê li DAÎŞ’ê fireh kiriye. -
Li Atînayê gireva biçîbûnê ya ji bo azadiya Ocalan dewam dike
Li paytext Atîna greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Ocalan hatibû destpêkirin dewam dike. Komîteya rêxistinkirinê bana piştgirîkirina çalakiyê kir. -
PADÊ, dewleta Tirk şermezar kir, bang kir ku li Rojava xwedî derbikevin
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdîyan, êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava de şermezar kir, bang li gelê Kurd û dostên wan kir, da ku li destkeftiyan xwedî derbikevin. -
Li Amed û Mersînê binçavkirin, li Mereşê girtin
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi destê AKP/Qesrê tên kirin, dewam dikin. Li Amedê Edîtorê DÎHA’yê yê Kurdî Ertaş hate binçavkirn, li Mereşê jî hevserokê HDP’ê hate girtin. Her wiha li Mêrsînê gelek kes hatin binçavkirin. -
Vedat Turkalî 1’ê Îlonê wê were veşartin
Cenazeyê nivîskar Vedat Turkalî, 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê wê were veşartin. -
Li Elmanyayê protesto: Artêşa Tirk ji Rojava bicehime!
Kurdistaniyên li Elmanya dijîn êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava de şermezar kirin. Di çalakiyên li Dusseldorf, Dûîsbûrg û Frankfûrtê de, bang li gel hate kirin ku bibin yek û li ber xwe bidin. -
Dewleta Tirk a Rojava dagir kiriye, li Orebro hat şermezarkirin
Dewleta Tirk a ku Cerablûs dagir kiriye, êrîşî YPG'ê dike û sivîlan qetil dike, li bajarê Orebro yê Swêdê bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin. -
Dagirkirina Cerablûsê li Munchenê hat protestokirin
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, hewldana dagirkirina Rojavayê Kurdistanê û qetilkirina sivîlên li Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirk ve, hatin şermezarkirin. Bi vê armancê mîtîngek hat lidarxistin. -
Li Freîbûrgê çalakiya li dijî dewleta Tirk
Dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk ku li Rojavayê Kurdistanê dike, li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi çalakiyeke rûniştinê hatin şermezarkirin. -
Dewleta Tirk li Darmstadtê hat şermezarkirin
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, dewleta Tirk a ku Cerablûs dagir kiriye û gefê li Minbic û Kobanê dixwe, bi çalakiyeke rûniştinê hat şermezarkirin.