Gelê Serêkaniyê li dijî dagirkeriya Tirk meşiya
Nerazîbûnên li dagirkirina Cerablûsê zêde dibin. Li Serêkaniyê bi hezaran kes li dijî dewleta Tİrk a Cerablûs û xaka Sûriyeyê dagir kiriye, meşiyan.
Nerazîbûnên li dagirkirina Cerablûsê zêde dibin. Li Serêkaniyê bi hezaran kes li dijî dewleta Tİrk a Cerablûs û xaka Sûriyeyê dagir kiriye, meşiyan.
Meşa protestoyî ji ber Meclîsa Gel a Serêkaniyê heta meydana futbolê ya li pêşiya şaredariyê dewam kir. Girseya gel li vê meydanê li hev civiya û piştre endamê Koordînasyona TEV-DEM'ê Cahît Hesen, li ser navê Kongreya Star Şukriye Elî, ji partiya El Wehdê Îdrîs Îsa, ji PYD'ê Azad Îbrahîm û li ser navê Partiya Çep Mistefa Ferhan axivîn. Qisekeran komkujiyên dewleta Tirk li Cerablûsê kir, şermezar kirin û gotin ew ê berxwedana xwe ya li dijî dagirkeriyê geş bikin.
Di çalakiyê de pankartên bi nivîa "Em komkujiya dewleta Tirk a li Cerablûsê şermezar kirin", "Na ji dagirkeriya xa Rojava re " û bi zimanê Erebî pankarta bi nivîsa "Şaredariya Gel a Serêkaniyê komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablûsê şermezar dike" hatin hilgirtin. Tevî gelên kurd, Ereb, Çeçen, Asûrî-Suryanî, nûnerên PYD, El Wehdê, Partiya Çep û Partiya Pêşverû nûnerên gelek saziyên sivîl beşdarî çalakiyê bûn.
Di meşê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Tirkiye ya dagirker ji Sûriyeyê bicehime" hatin qîrîn.
'AQÛBETA ERDOGAN WÊ JI YA SEDDAM NE CUDATIR BE'
Endamê Koordînasyona TEV-DEM'ê mirovên di bomberdûmana dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û destnîşan kir, ku ew ê tola mirovên hatine qetilkirin hilînin. Hesen diyar kir, ew ê bêteredût li ber her şêwe êrîş û dagirkeriyê rabin û bibîr xist, ku dewletên Tirk, Îran û Sûriyeyê li ser planeke qirêj a li Cezayîrê li hev kirine. Hesen got, "Yên mîna sala 1975'an li ser tinekirina Kurdan li hev kirin bila vê ji bîr nekin; Ne Kurd ne jî Rêberê wan ên berê ne."
Hesen axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Şerê ku di 16'ê Tebaxê de bi êrîşên rejîmê re li Hesekê qewimî, encama vê tifaqa qirêj e. Felsefeya Rêberê me azadî û biratiyê dixe nava gelan. Tevgera me naşibe 29 îsyanên beriya niha. Erdogan ji bo têkoşîna gelê me tine bike çû Sûriye, Îran û Rûsyayê û li ber wan geriya. Ev têkoşîn bi vîn, bawerî û dayîna şehîdan bi pêş ve diçe. Çi zû çi jî dereng em ê armancên xwe pêk bînin.
Em ne bawer in aqûbeta Erdogan ji ya Seddam cudatir be. Çeteyên ji bo dagirkirina Cerablûsê daye dû xwe, çeteyên El Qaîde û DAIŞ'ê ne. Ti eleqeya wan bi Artêşa Azad nîne. Kî li ber azadiya gelê me rabe, wê bersiveke tund bigire."
ERDOGAN BI XEYALÊ OSMANIYAN DIJÎ
Ji partiya El Wehdê Îdrîs Îsa jî da xuyakirin, ku bi dagirkirin û komujiya li Cerablûsê re, gelên Rojava û Sûriyeyê hedef tên girtin û got, "Me nîşanî her kesî dan ku em dikarin xwe biparêzin û bi rê ve bibin." Îsa destnîşan kir, pirsgirêkên gelên Sûriyeyê bi sîstemeke demokratîk û federal dikarin bên çareserkirin.
Ji PYD'ê Azad Îbrahîm jî diyar kir, Erdogan bi xeyalê dagirkeriya Osmanî dijî û got, divê fêhm bike ku Mecbîdabiq dubare nabe. Îbrahîm ragihand, ew li piş Meclîsên Minbic û Cerablûsê ne û got, "Dewleta Tirk ji bo polîtîkayên xwe yên îflas kirine ji nû ve zindî bike, dest bi dagirkeriyê kiriye."
Li ser navê Partiya Çep Mistefa Ferhad got, "Ji bo me ya girîng biratî û azadiya Kurdan û gelên herêmê ye" û da zanîn, dewleta Tirk ji ber ku ji azadî û biratiyê ditirse, dagirkerî û komkujiyan dike. Ferhad got, "Ji bo pêşî li mafên me bigirin, Tirkiye, Îran û Sûriye tifaqên qirêj dikin. Lê çi dibe bila bibe, em ê kantonên xwe bigihînin hev û sîstema xwe ya federal a demokratîk biparêzin."
Meşa li Serêkaniyê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, piştî axaftinan bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Tirkiye ji welatê me bicehime" qediya.