Girêva birçîbûnê ya Meclîsa Dîaspora ya Şengalê kete roja 7’an

Grêva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger ya Meclîsa Dîaspora ya Şengalê ku li Strasboûrgê bi şîara, ‘’Divê bi Ocalan re hevdîtin werin kirin û statûya Şengalê were naskirin’’ kete roja 7’an.

Grêva birçîbûnê ya ku 23’yê Tebaxê li ber Konseya Ewropa (KA) û Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT) bi duxuyaniyekê dest pê kirî, 5 kes bê dem û bê dorveger tevlê bûbûn, bi mebesta piştevaniyê jî, ji bo 5 rojan kom tevlê dibin.

Grêva birçîbûnê bi mebesta ku CPT bi lezginî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtînê pêk bîne û bi mebesta ku statûya Şengalê ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) were nasîn, dest pê kir. Ji rêveberiya Meclîsa Dîaspora ya Şengalê 5 kes bi awayekî bê dem û bê dorveger tevlî bûn û ji Federasyona Êzîdiyên Ewropayê jî 3 kes bi mebesta destekê bidin tevlê bûn. Bi mebesta destekê bidin ji Federasyona Elewiyên Demokratîk kesek û hin welatparêzên Êzîdî jî tevlî grêvê bûn.

DOSYA DAN GELEK WELATÊN ENDAMÊ KA’YÊ

Di roja 7. a grêvê de xebatên danezanê û bihistyariyê yên çalakgeran berdewam dikin. Îro çalakgeran li ber CPT’yê belavok belav kirin û her wiha dosya şandin ji 47 welatên endamên Konseya Ewropayê re. Heta niha ji 30 nûnerên KA’yê re têkildarî grêvê û daxwazan dosya hatine şandin.

RÊVEBERIYA DÊRÊ BI KA, CPT Û SAZIYÊN DIN RE KETE TÊKILIYÊ

Her wiha şandeyeke ji Dêra La Tres- Saînte- Trînîtê şevî dî seriyek da çalakgeran, desteka xwe ya ji bo çalakgeran dubare kirin, ji bo ku daxwaza wan bi lezginî bigihînin cihê hewce, gotin ew ê alîkariyê bi wan re bikin.

Endamên şandeyê gotin, li gel KA’yê û CPT’yê ew bi saziyên netewî û navnetewî re ketine têkiliyê û ji bo ku guh bidin daxwazên wan ew kêferatê dikin.

REWŞA ÇALAKGERAN NE BAŞ DIBE

Di serî de Elmanya, Fransa ji gelek welatan piştevanî ji bo grêvê tê nîşandan.

Di roja 7’an a grêvê de rewşa tendirustiya çalakgeran ber bi nebaşbûnê ve diçe. Ji komîteya amadekar Sezaî Ûçar ji çalakgeran yek jê rewşa wî ne baş e û di nav ên din de jî sergêjînek, dilxelîn, şekir, tansîyona kêm an jî zêde, ji hal ketin zêde bûne. Uçar diyar kir,Dr. Fahrettîn Gulşen ê ku bi daxwaza Heyva Sor a Kurdistanê hatibû tim çalakgeran mieyene dike û li cem wan e.

 

...