Dewleta Tirk li Darmstadtê hat şermezarkirin

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, dewleta Tirk a ku Cerablûs dagir kiriye û gefê li Minbic û Kobanê dixwe, bi çalakiyeke rûniştinê hat şermezarkirin.

Kurd û dostên wan ên li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê dijîn çalakiyeke rûniştinê lidar xistin û dewleta Tirk a Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye û komkujiyan dike, şermezar kirin.

Girseya gel bi vê armancê li navenda bajêr li hev civiya û dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Terorîst Erdogan", "Rojava ne bi tenê ye", "Bijî Serok Apo" qîriya.

...