SYPG’ê komkujiyên ku çeteyên dewleta Tirk li Cerablûsê kirine lenet kir

Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) komkujiyên sivîl ên ku dewleta Tirk bi dagirkirina Cerablûsê li gundan pêk anîn lenet kir û destnîşan kir ku wê heta dawiyê xwedî li Şoreşa xwe ya Rojava derkevin.

Saziya Yekîtî Û Piştgiriya Gelan (SYPG) daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku gelên herêmê, ji bo pêşeroja xwe ya azad li dijî dewlet û hêzên herêmî û navneteweyî yên dagirker, mêtinger, xwînxwar û hov bi berdelên giran serkeftinên mezin bi dest xistin û got; “Ew hemû hêz bi salan e li ser vê axê bi destê hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê xwîna gelan diherîkînin. Wêneya keseyeta wan e herî zelal, çeteyên DAIŞ e. Hemû jî naxwazin ew çeteyên dijmirovatî xelas bibe. Dagirkirina Cereblusê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wan vê rastîyê careke din ispat kir.”

Di daxuyaniya SYPG’ê de ku banga li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan, komkujiyên wan bi ruhê berxwedana Kobanê bibin yek, li ber xwe bidin, xwedî li şoreşa xwe derkevin hate kirin, ev hatin parvekirin: “Îro li ser gelan lîstikên mezin tên lîstin û pîlanên hê bixwîn tên amedekirin. Heta niha gelên herêmê bi berxwedan û têkoşina xwe, di pêşengtiya Şoreşa Rojavayê de hebûn û îradeya xwe ya azad parast. Di nav gelan de hêvîyek mezin ava kir. Şoreşa Rojava çavkaniya hêviya pêşeroja azad a gelan bûye. Piştî rizgarkirina Minbicê ew hêvî hê jî xurttir bû. Ew ji bo gelan wisa bû. Lê, ji bo dijminê şoreşa gelan ew ne wisa bû.

DEWLETA TIRK BI XEYALÊN ‘OSMANÎTIYÊ’ TEVDIGERE

Bi destê rejîma BAAS’ê xwestin li Hesekê pêşî li vê serkeftinê bigirin, lê nebû. Berxwedana gelê Hesekê vê hewldana bi pîlan vala derxist. Lê, dijminê gelan dest ji dijminatiya Şoreşa me bernedan. Herî zêde jî dijminê dîrokî ya gelên herêmê, dewleta Tirk. Dewleta Tirk a dagirker, kujer, nîjadkujer ji bilî êş, komkujî, koçberî, qirkirin, asîmilasyonê tiştekî din neda gelên herêmê.

Bi xeyalên Osmanîyan tev digerin. Gelên Ermen, Suryan, Asûrî, Êzîdî, Ereb, Tirkmen wateya gotina “Osmanî”  pir baş zanin. Dîroka Osmanî dîroka komkujî, qetilkirin û qirkirina wan gel û baweriyan e. Desthilatdarên dewleta Tirk jî li ser heman dîrokê meşîyan û dimeşin. Ji ber ku neviyên Osmanî ne. Li Anatolya(Tirkiyê) û Bakurê Kurdistanê ne gel, ne bawerî hiştin. Herî dawî xwestin gelê Kurd jî di nav dîroka wan a bixwînê de winda bikin, lê nebû. Gelê Kurd li ber xwe da. Ne tenê ji bo tola xwe hilde, tola dîrokî ya hemû gelan hilde li ber xwe da û dide.

ÎRO DIJMINÊ HERÎ MEZIN Ê GELÊ TIRK, DEWLETA TIRK Û ERDOGANÊ FAŞÎST E

Ji ber ku li ber armanc û pîlanên dîrokî yên qirêj a dewleta Tirk, astenga herî mezin têkoşîna azadiya Kurdistan e, dev ji êrîşên xwe berneda. Li kû derê cîhanê dibe bila bibe, ji bo Kurdek negihîje mafê xwe ji destê wî çi tê dike. Ji bo vê jî bi çeteyan re jî rû dide, bazarê dike, dimeşe, hevkariyê dike. Ne tenê dijminê gelê Kurd e, di keseyeta têkoşîna azadiya gelê Kurd de dijminê gelên Ereb, Asûrî, Suryan, Tirkmen, Êzîdî û hemû gel, bawerî û çandên Rojhilata Navîn e. Heta ku dijminê gelê Tirk e. Îro dijminê herî mezin ya gelê Tirk û gelên Tirkîyeyê dewleta Tirk û Erdoganê faşîst e. Bila hemû gelên Rojhilata Navîn vê rastîyê baş bizanibe û li gorî vê jî divê helwestek hişk nîşan bidin.

Dagirkirina Cereblus ji bo hemû gelên herêmê tê wateya komkujî, qirkirin û qetlîaman. Dewleta Tirk, heta niha li ser xaka Rojava û Sûrîyeyê bi destê çeteyên DAIŞ û çeteyên din ve ev hovîtî pêk anîn. Lê ew hêz têk çûn. Niha jî yekser bi wan çeteyan re dixwaze armanca xwe ya dagirkirina Rojava pêk bîne.  Ji çeteyên DAIŞ’ê cudatiya wan tune ye. Yanî armanc û hedefên wan ne DAIŞ e, Têkoşîna Azadiya Kurd e. Ji ber ku rûyê wan ê rastî DAIŞ e. Ew di dagirkirina Cereblusê de bi zelalî dîsa derket holê. Heta niha piraniyên wan jin û zarok bi dehan sîvîl bi destê çeteyên Erdogan bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BI RUHÊ KOBANÊ BIBIN YEK Û XWEDÎ LI ŞOREŞA XWE DERKEVIN

Hemû gelên cîhanê zanin ku bi pêşengtiya Şoreşa Rojava gelên herêm li hemberî DAIŞ û xwedî wan bi berxwedanek canfedaî, bi xwîna hezaran cangoriyên xwe destkeftinên mezin bi dest xistin. Ne Erdogan, DAIŞ û çeteyên wan ne jî dekûdolabên împeryalîstan êdî nikare wan destkeftinên gelan bi rehetî ji destê wan bigire. Di serî de gelê Kurd, gelan serê xwe li dijî zilma wan netewandin. Li ber xwe dan û li ber xwe didin.

Em, di serî de komkujiya leşkerên Tirk a ku çeteyên Erdogan e û dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê ya li Cereblusê bi tundî lanet dikin. Ji gelê xwe û gelên herêmê re sersaxiyê dixwazin û bejna xwe li ber şehîdan bi rêz ditewînin. Wek berê ti car xwîna gel û şehîdên me wê li erdê nemîne.

Banga me ji hemû pêkhateyên Rojava, Sûriye û Rojhilata Navîn re li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan, komkujîyên wan bi ruhê berxwedana Kobanê bibin yek, li ber xwe bidin, xwedî li şoreşa xwe derkevin.  Nehêlin bila weke di dema qirkirina Ermenan de, çemê Ferat bi xwîna gelan biherêke.

Banga me ya bi taybet ji gelê Tirk re ye. Sûcên dîrokî ya dijmirovahî yên ku li ser navê tên pêk anîn, qebûl nekin. Li dijî wan dagirkeran, kujeran derkevin kolanan. Piştgirî bidin birayên xwe yên Kurd, Ereb, Asûrî, Suryan, Êzidî û Tirkmenan. Ji gelên cîhan re jî banga me ew e ku bibin Che Gueverayên Rojava û Cerablûsê.”