Meclîsa Leşkerî ya Cerablûs: Agirbest nayê wateya qebûlkirina dagirkeriyê

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê ragıhand ku di navbera wan û artêşa Tirk de bi navbeynkariya Emerîkayê agirbestek hatiye îlankirin.

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê der barê agirbesta ku di navbera hêzên wan û artêşa dagirker a Tirk de pêk hatiye, daxuyaniyek da.

Meclîsa Cerablûsê wiha anî ziman: “Piştî şêwirandinên li gel Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Emerîkayê ji bo sekinandina xwînê û parastina sivîlan ji encamên şerê artêşa dagirker a Tirkiyeyê, em radigihînin ku bi sponseriya Koalîsyona Navneteweyî, em bi hev re gihiştin agirbestekê. Ev agirbest ji di nîvê şeva derbasbûyî de, di navbera hêzên me yên li ser Çemê Sacûrê û srtêşa dagirker a Tirkiyeyê de ketiye meriyetê. Aliyê ku sponseriya vê agirbestê dikin, dixwaze ku vê agirbestê vegûherînin hetahetayê.

Em ji her kesî re eşkere dikin ku agirbest nayê wateya ku em dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser bajarê Cerablusê qebûl dikin.”