Spîegel: Tirkiye bi êrîşkirina YPG’ê, rê li DAÎŞ’ê fireh kir
Der Spîegelê jî dît ku şerê ku dewleta Tirk li dijî YPG’ê qaşo di bin navê şerê bi DAÎŞ’ê re daye destpêkirin, rê li DAÎŞ’ê fireh kiriye.
Der Spîegelê jî dît ku şerê ku dewleta Tirk li dijî YPG’ê qaşo di bin navê şerê bi DAÎŞ’ê re daye destpêkirin, rê li DAÎŞ’ê fireh kiriye.
Di nûçeya kovara Der Spîegelê de ku bi serenavê “Tirkiye hişt ku DAÎŞ ber xwe bibîne” hate weşandin, hate destnîşankirin ku ev rewş wê rê veke ku şervanên YPG’ê yên ku DYA wan destek dike û wê di rizgariya Reqayê de rolek mezin bilîzin, xwe paşve bigirin.
Di nûçeyê de bal hat kişandin ku artêşa Tirk û çeteyên hevkar li şûna çeteyên DAÎŞ’ê, tenê bi şervanên Kurd û Ereb yên YPG’ê û QSD’ê re şer dikin. Her wiha hate bibîrxistin ku 3 salan çeteyên DAÎŞ’ê li sînorê Tirkiyeyê dagirkeriya xwe dewam kirine, lê ti deng ji wan derneketiye, li hember vê tehamul kirine, piştî rizgarkirina MInbicê jî artêşa Tirk ketiye nav tevgerê.
VÎDEOYÊN ÊŞKENCEYÊ BI ŞERVANAN DIDIN TEMAŞEKIRIN
Di nûçeyê de her wiha tê bibîrxistin ku vîdeoyên êşkence yên dema çeteyên bi artêşa Tirk re hereket dikin li gundan li dijî şervanên Kurd pêk anîne jî hene, agahî hatin dayin ku hin tên pehînkirin.
Di nûçeyê de tê diyarkirin ku bi hedefkirina YPG’ê ve artêşa Tirk û çeteyan ‘rê li DAÎŞ’ê fireh kirine’, hate destnîşankirin ku li şûna DAÎŞ’ê, hedef YPG, gundên ku hêzên Ereben rizgar kirine û Minbic e.
BAL KIŞAND SER PÊDIVIYA BI YPG’Ê
Di nûçeyê de hate îdîakirin YPG’e neçar maye hêzên teqwiye ji Minbicê ya nû hatiye rizgarkirin re bişîne, lê ev piraniya xwe şervanên Ereb in û hê jî qasî şervanên Kurd ên di YPG’ê de ne xwedî ezmûn in. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku rastiya şerê heta niha nîşan dide ku di hemleyek rizgarkirina Reqeyê de wê pêdivî bi YPG’ê hebe.
Spîegel di nûçeyê de peyamên Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA Brett McGurk ên ku dibêje êrîşên artêşa Tirk û çeteyan destek nake jî parve kirin, hate destnîşankirin ku bi van êrîşên dawî yên Tirkan ve êdî wê şervanên Kurd nexwazin tevlî operasyonek girîng a mîna Reqeya bibin.
‘DAÎŞ BÊYÎ REHETIYA XWE XIRA BIKE DIKARE LI BENDA ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ BE, JI BER KU WÊ NEBE’
Di nûçeyê de hate ziman ku Erdogan bi polîtîkayên xwe yên dawiyê ve ‘meyla wî heye ku bi DAÎŞ’ek zeîf re bijî’. Herî dawî jî tê destnîşankirin ku bi êrîşan li dijî YPG û QSD’ê re, rê li DAÎŞ’ê fireh bûye, jixwe QSD û YPG’ê dixwest Reqayê rizgar bikin, lê ti derdên Tirkiyeyê yên bi vî şêweyî nîn in.
Di nûçeyê de wiha hate gotin, “Li beramberî vê, DAÎŞ bêyî rehetiya xwe xirab bike, dikare li benda pêşdeçûyina Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê raweste. Jixwe yekîneyên Enqereyê naxwazin bikevin Reqayê û yekane mesele ‘garantîkirina’ sînor e.”