Kurdên li Ewropayê dagirkirina Cerablûsê şermezar kirin
Li gelek bajarên Ewropayê, li dijî dewleta Tirk a ku bajarê Cerablûs ê Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye, çalakî hatin lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
çarşem, 31 gelawêjê 2016, 07:16
Li gelek bajarên Ewropayê, li dijî dewleta Tirk a ku bajarê Cerablûs ê Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye, çalakî hatin lidarxistin.
HANNOVER
Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn, dagirkeriya dewleta Tirk û komkujiyên ku tevî çeteyên xwe li Rojavayê Kurdistanê dike, şermezar kirin.
Li Hannoverê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û PYD'ê çalakî hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de belavoka li ser dagirkeriya Tirk hat xwendin û dirûşmên "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Terorîst Tirkiye ji Rojava bicehime", "NATO fînanse dike, Tirkiye bombe dike" hatin qîrîn.
Di dawiya mîtîngê de ji bo çalakiyên rojane ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve tên lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.
TOÛLOÛSE
Kurdistaniyên li bajarê Toûloûse yê Fransayê dijîn, tecîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkirina Cerablûsê şermezar kirin.
Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û dostên gelê Kurd li meydana Capîtolê kon vedan û der barê mijarê de raya giştî agahdar kirin.
LONDON
Dagirkeriya artêşa Tirk li pêş avahiya Sefaretxaneya Bilind a TC a li Londonê hat şermerzarkirin. Li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê, Kurdistanî û dostên wan bi alên PKK û KCK'ê li ber avahiya Sefaretxaneyê li hev civiyan û dirûşmên "Artêşa Tirk ji Rojava bicehime" qîriyan.
Li ser navê komê daxuyaniyek li vir hat dayîn û hat gotin, ev hewldanên dewleta Tirk wê rê li ber komujiyên nû veke û kaosa li Sûriyeyê kûrtir bike. Di dewama daxuyaniyê de bang li dewleta Tirk hat kirin, ku tavilê êrîşên xwe biqedîne.