Greva birçîbûnê ya bêdem-nedorveger a di 23'ê Tebaxê de destpê kir, ji bo Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) derhal biçe Îmraliyê û Şengal li qada navneteweyî bibe xwedî statuyek, bi biryardarî dewam dike.
Ji destpêka çalakiyê û vir ve, gelek saziyên medyayê yên ji Fransa û biyanî, li ser armanca çalakiyê bi çalakgeran re axivîn.
Latîfe Dersîm, ku navbeynkariyê di navbera çalakgeran û saziyên medyayê de dike, da xuyakirin, ku gelek ajans, qenalên televîzyonê û malperên înternetê nêrîna çalakgeran girtine. Di nava van de Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), qenalên France-Info, France3, ARTE, Alsace 20 jî hene.
Her wiha qenala televîzyonê ya Elmanya RTL jî bi çalakgeran re têkilî danî û bi Hevserokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek re axivî. Li gorî agahiyan, qenala RTL wê li ser mijarê bernameyekê jî amade bike.
Latîfe Dersîm diyar kir, yek ji rojnameyên girîng ên herêma Alsace, Dernîeres Noûvelles d'Alsace (DNA), ku bi sed hezaran xwendevanên xwe hene, her wiha rojnameyên 20 Minutes, Reu89 jî cih dan çalakiya greva birçîbûnê û hevpeyvîn kirin.
Her wiha rojnamevanek ji radyoya Kolombiyayê jî bi çalakgerên greva birçîbûnê re hevdîtin kir û li ser çalakiyê nûçeyek amade kir.
Di dema greva birçîbûnê de her roj li ber avahiyên CPT û Konseya Ewropayê belavok hatin belavkirin û li navenda bajarê Strasboûrg jî bi heman agahî gel tê agahdarkirin.
Herî dawî li ser armanca çalakiyê dosya radestî nûnerên 30 ji 47 welatên endamên Konseya Ewropayê hatibû kirin.