Ji YPJ’ê têkîldarî îdîayên dîlgirtina 2 şervanan daxuyanî
YPJ’ê diyar kir ku îdîaya dîlgirtina 2 şervanên wan ne rast e, her du şervan jî di nav yekîneyên xwe de li ser wezîfeya xwe ne.
YPJ’ê diyar kir ku îdîaya dîlgirtina 2 şervanên wan ne rast e, her du şervan jî di nav yekîneyên xwe de li ser wezîfeya xwe ne.
Yekîneyên Parastina Jin li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî da û bersiv da îdîayên der barê dîl girtina 2 şervanên jin.
Di daxuyaniya YPJ’ê de ev agahî hatin parvekirin:
“Di hin dezgehên ragihandin û li ser torên civakî de hin nûçe hatine belavkirin û îdîa dikin ku 2 şervanên YPJ li başûrê Cerablusê dîl hatin girtin. 4 şervanên YPG gava bi erkê xwe radibûn ji bo alîkariya birîndaran ketin kemîna artêşa Tirk û komên çeteyan. Lê belê ev îdîayên tên kirin ti rastiya wê nîne, ji derveyî 4 şervanan û 2 nasnameyên şervanên YPJ di destê artêşa Tirk û komên wê de nîne û Yekîneyên Parastina Gel di der barê vê bûyerê de daxuyaniyeke fermî daye. Her 2 şervanên YPJ’ê di nav yekîneyên xwe de ne û li ser erka xwe ne.
Artêşa Tirk û komên çete bi armanca ku îradeya şervanan û gel bişkîne van derew û îdîayên bêkok belav dike, ji bo vê yekê jî îdîa kirin ku 2 şervanên YPJ dîl girtine û her wiha dîmenên dûrî pîvanên mirovahî belav kirin.”