Vedat Turkalî 1’ê Îlonê wê were veşartin

Cenazeyê nivîskar Vedat Turkalî, 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê wê were veşartin.

Yek ji giregirên wêjeyê, dostê gelê Kurd û navdartirîn têkoşîna şoreşger nivîskar Vedat Turkalî, li nexweşxaneya dewletê ya Yalova duh jiyana xwe ji dest dabû.

Merasîma cenaze ku wê ji bo Turkalî were çêkirin, ji Çarşemê taloqî Pêncşemê bû. Merasîma cenaze li gorî wate û girîngiya rojê wê 1’ê Îlonê, Roja Aştiya Cîhanê were çêkirin. Piştî merasîma wê li Mizgefta Teşvîkiye, Turkalî wê li goristana Zîncîrlîkuyu were veşartin.

Cenazeyê Turkalî sibe wê ji Yalovayê bînin Stenbolê.