Ciwanên Kurd sibehê wê dest bi Meşa Dirêj bikin
Ciwanên Kurd wê Meşa Dirêj dest pê bikin, tecrîdê û dagirkeriya Rojava şermezar bikin.
Ciwanên Kurd wê Meşa Dirêj dest pê bikin, tecrîdê û dagirkeriya Rojava şermezar bikin.
Meşa Dirêj a ku Ciwanên Kurd her sal pêk tînin, îsal jî wê bi şîara, ‘’Em rabin tolhildanê, têk bibin dagirkeriyê û azad Rêbertiyê azad bikin’’ wê pêk were. Meş 31’ê Tebaxê saet 10.00’an li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk(NCKD) a Duîsbûrgê dest pê bike û 3’yê Îlonê li Kolnê, li Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî ya 24. biqede. Ciwan bi meşa dirêj wê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin. Meşa ku bi şîara, ‘’bi hîsa tolhildanê mêtingeriyê parçe bike, Rêbertiyê azad bike’’ pêk were, her wih wê kesên ku di berxwedana xwerêberiyê de jiyan xwe ji dest dayin jî bi bîr bînin.
RÊGEHA MEŞÊ
Meşa dirêj a ku bi pêşengtiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad pêk tê wê 3 rojan bidome û 111 kîlometre bimeşin. Roja pêşî wê ji NCKD’ê ya Dûîsbûrgê heta bi NCKD’ê ya Dûsseldorfê bimeşin. Roja duyenîn jî wê ji Dûsseldorfê biçine ser rêya Grevenbroîchê û roja sêyenîn jî ji Grevenbrocîhê bimeşin heta bi Leverkeûsenê. Meşvan 3’yê Îlonê wê tevlî Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî ya 24. bibin.
BANGA TEVLÊBÛNÊ
Komîteya Amadekar xwest ku sibehî her kes tevlî meşê bibe ku wê li ber NCKD’ê ya Dûîsboûrgê saet 10.00’an dest pê bike. Komîteyê got, ‘’Ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo şermezarkirina dewleta TC’ê ya faşîst ku Rojava dagir kiriye û ji bo xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê bila her kes tevlî meşê bibe.’’