Ji bo festîvala li Kolnê destûr hat girtin

Polîsên Kolnê dan xuyakirin, ku ji bo festîvala li bajêr destûr hatiye dayîn û ji bo festîval bi rengekî ewle were lidarxistin, bi her awayî tedbîr hatine girtin.

Ji bo 24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi tenê çend roj man. Festîval wê roja 3'ê Îlonê li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin û amadekariyên qediyan e. Midûriyeta Emniyetê ya Kolnê jî da xuyakirin, ku wan destûra qanûnî-burokratîk dan e û ji bo festîval bi rengekî ewle û aştiyane, mîna hatiye plankirin pêk were, wan hemû tedbîrên pêwîst girtine.

Midûriyeta Emniyetê ya Kolnê, têkildarî 24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku wê di 3'ê Îlonê de were lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî weşand û vê daxuyaniyê di saziyên çapemenî-weşanê yên Elman de cih girt. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ji sazî û dostên Kurdan ên dixwazin festîvalê lidar bixin re destûra qanûnî-burokratîk hatiye dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, rêxistinên Kurd û rayedarên emniyetê li ser pêkhatina festîvalê li hev kirine. Di dewama daxuyaniyê de Midûrê Emniyetê yê Kolnê Jurgen Mathîes destnîşan kiriye, ku ji bo festîval bi rengekî ewle û aştiye bê lidarxistin, wan hemû tedbîr standine.

Di vê navberê de, li gorî agahiyên ji Midûriyeta Emniyetê ya Kolnê hatine biderxistin, Tirkên nîjadperest serî li emniyetê dane û xwestine roja 3'ê Îlonê li Kolnê meş û xwepêşandanekê lidar bixin. Emniyetê jî destûra vê yekê nedaye.

Festîval wê îsal li meydana DEUTZER WERFT'ê bê lidarxistin. Têkildarî fest3ıvalê, saziya amadekar Desteya Koordînasyonê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) daxuyaniyek da û banga tevlîbûnê kir. 

NAV-DEM'ê diyar kir, amadekariyên ji bo festîvalê bi mehan dewam kirine û ew li bendê ne ji çar aliyên Ewropayê bi deh hezaran mirov tevlî bibin. NAV-DEM'ê bibîr xist, ku Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin, bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zext û êrîş li ser Kurdan û mûxalîfên demokratîk hene û bang li gelê Kurd û dostên wan kir, ku ji bo li ber van hemûyan rabin û bi rengekî demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin, di 3'ê Îlonê de li Kolnê bin.

Tevî NAV-DEM'ê, Meclîsa Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê (ABDEM) a ji dehan rêxistinên girseyî yên demokratîk pêk tê, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, HDK-Ewropa, Dîe Lînke û Interventionistische Linke (IL) di nava amadekarên festîvalê de cih digirin. Tevgera Hezîranê û gelek saziyên Elman jî piştgiriyê didin 24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê PYD'ê Salih Muslim û Hevserokê Dîe Lînke Bernd Rîexînger jî wê weke qiseker li festîvalê amade bin. Ji aliyê bernameya çand û hunerê ve jî festîval gelekî dewlemend e.