Li Atînayê gireva biçîbûnê ya ji bo azadiya Ocalan dewam dike

Li paytext Atîna greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Ocalan hatibû destpêkirin dewam dike. Komîteya rêxistinkirinê bana piştgirîkirina çalakiyê kir.

Li paytext Atîna ya Yewnanîstanê li ser banga Meclîsa gel a Yewnanîstanê bi sirûda “Azadiya Ocalan azadia meye, tendirustiya wî tendirustiya me ye” greva birçîbûnê ya ku wê 5 rojan dewam bike û bi mîtîngekê dawî bibe, di roja xwe ya 2. de ye.

Çalakvanan li Qada Syntagma ya li pêşiya Parlementoyê kon vedan, çalakiya xwe bi moralekî pir mezin dewam dikin. Di çalakiyê de li gel Kurdan Yewnanîstanî jî beşdar bûn û destke kirin.

‘LI GEL SEROK APO LI SER MASE RÛNIN’

Ji çalakvanan Dijwar Goyî yê ku têkildarî armanca çalakiyê wiha axivî: “Em weke Kurdên ku li Yewnanîstanê dijîn vê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo qet qebûl nakin. Her wiha dewleta Tirk li gel artêşa xwe dikeve xaka Rojava û Rojava dagirdike û welatiyên sivîl qetil dike. Wê cîhan tev vê bibîhîze û wê bibe dengê gelê me.”

Çalakvanekî di jî wiha anî ziman: “Heta ku em Rêberê xwe azad bikin em ji qadan dernakevin. Ez weke jinekî Rojavahî bang li dewleta Tirk dikim; li gel Serok Apo li ser mase rûnin û dawî li dagirkirina xaka Rojava bînin. Yan jî wê ev bibe dawî we.”

Komîteya rêxistinkirinê bang li hemû Kurdên ku li Atînayê dijîn kirk û destekê bidin çalakiyê. Komîteyê wiha got: “Tendirustî û ewlekariya Ocalan tê watey temînata aştiyê. Heta ku em agahiyekê ji Rêberê xwe bigirin em ê her roj di nava çalakî û li qadan bin.”

Di kon de çalakvanan pankarta “Ji Ocalan Re Azadî” vekiri, belavok û parastina Atîna ya Ocalan belav dike.

...