CDK-F, bang li gelê Kurdistanê û dostên wê yên li Fransayê dimînin kir ku 3’yê Îlonê li bajarê Koln ê Elmanyayê bi şîara ‘ Roj, roja xwedîderketina li ax, çand, Rêbertiya xwe ye’ tevlî 24. Festîvala Çanda Kurd bibin.
CDK-F di daxuyaniya xwe ya nivîskî de behsa êrîşên dewleta Tirk a faşîst kir, bi taybet li ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome rawestiya û got; “Ev helwesta faşîzan a dewleta Tirk wê di rojên pêş de jî bidome. Serûbinkirina vê faşîzmê, wê bi mezinkirina berxwedana tevahî Kurdistanî, tevgerên çep-sosyalîst şoreşger mimkûn bibe.
Li ser vî esasî em bang li tevahî gelê Kurdistanê û dostên wê yên li Fransayê dijîn dikin ku 3’yê Îlonê li bajarê Koln ê Elmayayê bi awayekî xurt tevlî Festîvala Çanda Kurd bibin.”