Li Elmanyayê protesto: Artêşa Tirk ji Rojava bicehime!
Kurdistaniyên li Elmanya dijîn êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava de şermezar kirin. Di çalakiyên li Dusseldorf, Dûîsbûrg û Frankfûrtê de, bang li gel hate kirin ku bibin yek û li ber xwe bidin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
sêşem, 30 gelawêjê 2016, 11:34
Kurdistaniyên ku li Dusseldorfê dijîn dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablûsê şermezar kirin.
Kurdistaniyên li Dusseldorf a Elmanya bi pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) gihatşin hev, hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a Cerablûsê şermezar kirin. Di çalakiyê de komkujiyên ku dewleta Tirk li gundên Cerablûsê pêk anî hate şermezarkirin.
Li pêş HBF’ê girseyê piranî caran dirûşmên, ‘’dagirker ji Kurdistanê bicehimin’, ‘’ji ser Rojava destên xwe vekişînin’’, ‘’Duh Hîtler îro Erdogan’, ‘’Kujer Erdogan’, ‘ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû’’ berz kirin. Çalakiya ku nêzî du saetan dom kirî, piştî danezana ku bi Elmanî hate xwendin qediya.
BONN
Li bajarê Bonnê yê Elmanya, çalakiya ku PYD Bonn û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi hev re organîze kirî, li meydana Frankenbaadê bi meşekê dest pê kir. Di meşê de ku Kurd û Elman ji Bonn, Troîsdorf, Meckenheîmê tevlî bûbûn, di serî de dagirkeriya dewleta Tirk a Cerablûsê, hemû qirkirinên AKP/Qesrê hatin şermezarkirin.
Piştî meşê li Munsterplatzê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de nûnerekî PYD Bonê, Celal Efrîn got, ‘’Dewleta Tirk bi hênceta ku bi DAIŞ’ê re şer bike, Rojavayê Kurdistanê dagir kir. Em Kurd divê li çareya vê bigerin, ji bilî têkoşînê rêyeke dî ya ve nîn e. Li hemû qadên ku em lê ne em ê li ber xwe bidin.’’
DÛÎSBÛRG
Kurdistaniyên li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanya û derdora wê dijîn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên biser Rojava û Bakurê Kurdistanê de şermezar kirin.
Çalakiya li Konîg Strasseyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê organîze kiribû. Di mîtîngê de derdorên çepgir ên Elmanya û Tirkiyeyî jî hebûn. Di çalakiyê de piranî caran dirûşmên, ‘’artêşa Tir ji Kurdistanê bicehime’, ‘Bê Serok Jiya nabe’ ,’’Bijî Serok Apo’’ hatin berzkirin.
Hevserokê Meclîsa Gel a Dûîsbûrgê di mîtîngê de axivî û got, ji bo Ocalan divê çalakî werin xurtkirin.
Hevserok her wiha diyar kir ji bo Festîvala Netewî ya Kurd a 24. ew ê li Dûîsbûrgê startê bidin û ji bo destekê bidinê, wê tevlî bibin û got, ew ê sibe saet 09.30’an li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bin.
FRANKFÛRT
Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanya şevê dî bi pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Frankfûrtê bi çalakiyekê dagirkeriya dewleta Tirk a Rojava û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Kurdistaniyên ku li Offenbachê, Hanaûyê dijîn jî tevlî çalakiya rûniştinê ya ji bo du saetan a li meydana Haupwachê bûn.
Di dawiya çalakiyê de Hevserokê NCDK-H Kamîl Tekdar diyar kir, divê Kurd li dijî tecrîdê û êrîşên ser Rojava çalakiyan mezin bikin.
Her wiha sibe êvarî li Frankfûrt Kaîser Str’yê saet 17.00’an wê meş û mîtîngek were lidarxistin.