2 sal û nîv cizayê girtîgehê li Mûstafa Çelîk hate birîn

Li bajarê Celle yê Elmanya, siyasetmedare Kurd Mûstafa Çelîk ê ku bi endamtiya PKK’ê dihate darizandin, 2 sal û nîv ciza lê hate birîn.

Siyasetmedarê Kurd Mûstafa Çelîk ku Mijdara sala par li Bremenê hatibû binçavkirin, li gorî qanûna cizakirine, xala 129 b’yê bi îdîaya ku ‘Li derveyî welat endamê çalak ê rêxistinê ye’ li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Celleyê dihate darizandin. Di hinceta biryara îro de tê gotin, Çelîk ji 2013’n ve li Oldenbûrg û Hambûrgê yên Elmanya weke rêveberê PKK’ê xebat kirine.

BAL KIŞANDIBÛ SER TECRÎDÊ

Çelîk ê 39 salî, di rûniştina pêşî de bal kişandibû ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Çelîk ji ber sedema ku li hemberî tecrîdê bêdeng mane, DMME û CPT şermezar kiribû û gotibû, li gel hemû pêşniyarên çareseriyê yên gelê Kurd Erdogan û ekîba wî di şer de israr kirine û şer dane destpêkirin. Çelîk diyar kir,’’yên ku li hemberî vê hovîtiyê bêdeng bimîne hevparê vê hovîtiyê ye’’ û wiha pê de çûbû, ‘’Heke hûn naxwazin bibin hevparê vî sûcî, daxwazên gelê Kurd ên demokratîk û yasayî û mafdar bibînin.’’

DOZA KENAN BAŞTÛ

Têp ayin ku siyasetmedarê Kurd Kenan Baştû ku ji Hezîranê ve li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Celleyê tê darizandin, 1’ê Îlonê saet 09.00’an biryarê bide. Di îdîanameya dozgeriyê de, tê gotin Baştû, salên 2014-2015’an li herêmên Hannover û Sachsenê bi awayekî çalak rêveberiya PKK’ê kiriye. Li Elmanya 12 siyasetmedarên Kurd ji endamtiya PKK’ê girtî ne.