Li Amed û Mersînê binçavkirin, li Mereşê girtin

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi destê AKP/Qesrê tên kirin, dewam dikin. Li Amedê Edîtorê DÎHA’yê yê Kurdî Ertaş hate binçavkirn, li Mereşê jî hevserokê HDP’ê hate girtin. Her wiha li Mêrsînê gelek kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi destê AKP/Qesrê tên kirin, dewam dikin. Li Amedê Edîtorê DÎHA’yê yê Kurdî Ertaş hate binçavkirn, li Mereşê jî hevserokê HDP’ê hate girtin. Her wiha li Mêrsînê gelek kes hatin binçavkirin.

AMED

Edîtorê beşa Kurdî ya DÎHA’yê Mehmet Alî Ertaş ku tevlî daxûyaniya bi Cemîyeta Rojnamevanên Azad (OGC) bûye, ku duh bi mebesta biserdegirtina bûroya Azadiya Welat a Amedê û binavçkirina 25 belavkarên wê, şermezar bikin, hate binçavkirin. Piştî ku daxuyanî qediya ji bînayê derket û di heman demê de rêveberê OGC’ê Ertaş ji hêla polîsan ve hate girtin. Ertaş birin Qereqola Polîsan a Baglarê.

MEREŞ

Hevserokê Bajêr ê HDP’ê Metîn Gonulşen ku 26’ê Tebaxê li Mereşê bi ser de girtinên malan de hatibû binçavkirin şevê dî şandin edlîyeyê. Gonulşen piştî îfadeya li dozgeriyê, ji ber parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî bi hênceta ku ‘’propagandaya rêxistinê’’ kiriye û ‘endamê rêxistinê ye’’ bi xwestina ku were girtin şandin dadgehê. Gonulşen hate girtin û şandin girtîgehê.

MERSÎN

Li Mersînê berê sibehê bi ser gelek malan de ji hêla polîsan ve operasyonek hate kirin. Di nav wan de Nûnerê TUHAD-FED’ê yê Mêrsînê Ahmet Oguz jî gelek kes hatin binçavkirin.

Kesên ku hatin binçavkirin şandin Midûrîyeta Emniyetê ya Mêrsînê.