Dewleta Tirk a Rojava dagir kiriye, li Orebro hat şermezarkirin
Dewleta Tirk a ku Cerablûs dagir kiriye, êrîşî YPG'ê dike û sivîlan qetil dike, li bajarê Orebro yê Swêdê bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin.
Dewleta Tirk a ku Cerablûs dagir kiriye, êrîşî YPG'ê dike û sivîlan qetil dike, li bajarê Orebro yê Swêdê bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin.
Li ser banga Navenda Civaka demokratîk a Kurd, Kurdistanî duh saet di 15:00 de li ber avahiya şaredariyê li hev civiyan û dagirkerî şermezar kirin. Kurdistaniyan her wiha dirûşma "Ji Ocalan re azadî, li Kurdistanê aştî" qîriyan û daxwaza serbest berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Heyetek ji xwepêşandêran bi Midûrê Karên Çandê ya Şaredariya Orebro re Behçet Barsom re hevdîtin kir û têkildarî dagirkirina Rojavayê Kurdistanê û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî da wî.
Barsom ê ji Partiya Xiristiyan Demokratan da xuyakirin, ku rewşa li Sûriye û Tirkiyeyê cihê fikaran e û anî ziman, ew ê agahiyên heyetê daye wî, ji navenda giştî ya partiya xwe re ragihîne.
Barsom her wiha soz da ku ew ê bike ku heyet di rojên pêş de bi Şaredar re hevdîtinê bike. Li ser rvê sozê çalakgeran dawî li çalakiya xwe anîn.