Li Freîbûrgê çalakiya li dijî dewleta Tirk

Dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk ku li Rojavayê Kurdistanê dike, li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi çalakiyeke rûniştinê hatin şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Nûda ve li Rathûsplatz a Freîbûrgê hat lidarxistin. Tevî nûnerên rêxistinên çep ên Elman gelek kes beşdarî vê çalakiya rûniştinê bûn.

Girseya gel bi qasî saetekê li ber avahiya Şaredariyê rûnişt. Li ser navê girseyê, belavoka NAV-DEM'ê hat xwendin. Her wiha bi sedan belavok li mirovên li herêmê hatin belavkirin.

...