PADÊ, dewleta Tirk şermezar kir, bang kir ku li Rojava xwedî derbikevin

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdîyan, êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava de şermezar kir, bang li gelê Kurd û dostên wan kir, da ku li destkeftiyan xwedî derbikevin.

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava de û dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd di nav dek û dolabên qirêj de ye, amaje bi destkeftiyên Minbic, Federasyona Bakurê Sûriyê, hin pêngavên din kir û wiha got: ‘’ Hêzên dagirker û mêtinger li hemberî van serkeftinan hemû nakokiyên xwe didine aliyekî, careke dî li hemberî têkoşîna gelan bûne yek, li ser vî bingehî hewl didin ku gelan bêhêvî û bêpergal bihêlin.’’

 ‘DEWLETA TIRK DESTKEFTIYÊN GELAN JI XWE RE DIKE HEDEF’

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

‘’Dewleta Tirk di pêvajoya dawî de hemû têkiliyên xwe di çav re derbas kirine, pêşî ji Rûsyayê re û piştre ji Sûriyê re serê xwe tewandiye. Li ser vê bingehê hatin û çûna dîplomasiyê ya Tirkiyê zêde bûne, şande hatine û çûn e, hevdîtinên veşarî û plan hatine danîn. Di encama vê de jî destwerdaneke şanoyî hatiye kirin û Cerablûs dest guherand. Dewleta Tirk jî li ser vê bingehê ketiye Rojavayê Kurdistanê.

Em baş pê dizanin ku armanca sereke ew e ku destkeftiyên Kurdan û gelên din ên Sûriyeyê têk bibin. Disa di tevahiya dîrokê de tê dîtin ku desthilatdariya Tirk di serkeftinên bêbingeh, ne rast de pispor e. Li Cerablûsê di navbera DAIŞ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de ti şer derneketiye. Lê piştî dagirkirina Cerablûsê derketiye holê ku dewleta Tirk wê li Rojava çi bike û çi armanc dike. Bi çekên kîmyewî gund hatine bombekirin, mirovên sivîl hatine kuştin û hê jî ev berdewam dike.’’

REXNE LI EWROPA Û DYA’YÊ

Li hemberî van hemû kirinan welatên Ewropa û Emrîka dengê xwe pir kêm derdixin û hişyariyê didine her du aliyên şer. Lê ev ne rast e, li holê şerek heye ku aliyek neheq e û aliyê dî jî bi heq e. Ji bo vê jî divê dewleta Tirk û komên çete kêlî beriya kêliyekê ji xakên ku dagir kirine derkevin.’’

 ‘EM ŞOREŞA ROJAVA BIPARÊZIN’

PADÊ bang li hemû gelê Kurd û dostên wan kir ku xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin û di nav berxwedanê de bin. PADÊ got, ‘’Em dagirkirina Rojavayê Kurdistanê û komkujiyên ku hatine kirin şermezar dikin. Bi berxwedana Kurdan Kurdistan û Rojhilata Navîn wê bigihije azadî û heqên xwe. Dagirker û çete wê têk biçin, ji ber ku ti hêz nikare li hemberî vîna gel bisekine û bi ser bikeve.’’