Greva birçîbûnê ya li Atînayê bi mîtîngekê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya ku li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi şîara, “Azadiya Ocalan azadiya me ye, tenduristiya wî ya me ye” dihate lidarxistin, di roja 5’emîn de bi mîtîngekê bi dawî bû.
Greva birçîbûnê ya ku li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi şîara, “Azadiya Ocalan azadiya me ye, tenduristiya wî ya me ye” dihate lidarxistin, di roja 5’emîn de bi mîtîngekê bi dawî bû.
Greva birçîbûnê ya ku bi banga Meclîsa Gel a Yewnanîstanê li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi şîara, “Azadiya Ocalan azadiya me ye, tenduristiya wî ya me ye” dihate lidarxistin, di roja 5’emîn de li ber parlamentoya Yewnanîstanê bi mîtîngekê hat bidawîkirin.
Çalakiya ku Yewnaniyan piştgirî didanê, bi awayekî zêde dihat ziyaretkirin.
Çalakvanan dirûşmeyên “Zîto Ocalan”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Dewleta Tirk Ji Rojava Biceheme” berz kirin, belavokên bi zimanên Îngîlîzî û Yewnanî belav kirin.
Çalakvanan li hemberî harekata dagirkirinê ya ku dewleta Tirk li ser Rojava pêk tîne nerazîbûn nîşan dan, îfade kirin ku gelê Kurd vê qebûl nake.
Di mîtîngê de li ser navê Komîteya Amadekar axaftin hatin kirin.