Du sal û nîv cezayê girtîgehê li Kenan Baştû hat birîn

Siyasetmedarê Kurd Kenan Baştû, ku li bajarê Celle yê Elmanyayê ji 'endametiay PKK'ê tê darizandin bi cezayê girtîgehê yê 2 sal û nîvan hat cezakirin.

Baştû yê li bajarê Dresdenê par di meha Cotmehê de hat binçavkirin, di çarçoveya xala 129 b a qanûan ceza ya Elman, bi îdîaya 'endametiya rêxistina terorê ya li derveyî welat kar dike' li Dadgeha Eyaletê ya Celle dihat darizandin. Di dozê de, ku roja 9'ê Hezîrana 2016'an destpê kir, li pisporekî û 22 şahidan hat guhdarîkirin. Biryar îro hat dayîn. Di sedema vê biryarê de hat îdîakirin ku Baştû di navbera salên 2014 û 2015'an de li herêmên Hannover û Sachsenê weke rêveberê PKK'ê kar kiriye.

Di rewşa heyî de li Elmanyayê 12 siyasetmedarên Kurd ji 'endametiya PKK'ê girtî ne. Beriya du rojan jî siyasetmedarê Kurd Mûstafa Çelîk ji aliyê heman dadgehê ve bi du sal û nîvan ragirtina li girtîgehê hatibû cezakirin.