Kurdistanî ji bo Ocalan li Stockholm û Parîsê daketin kolanan

Li paytexta Swêd Stockholmê û li paytexta Fransa Parîsê tecrîd hat şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên jinan dewam dikin. Jinan çavên xwe bi bantê girê dan û bi çalakiya rûniştinê tecrîd şermezar kirin.

Di çalakiya li meydana Sergel de jinan bêdengiya cîhana derve ya li pêşberî tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên dewleta Tirk li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dike, hat protestokirin.

Çalakî li ser banga Meclîsa Jinên Kurd Amara hat lidarxistin û tevî pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" wêneyên Ocalan hatin hildan.

Çalakgeran li ser mijarê belavok belav kirin û bang li hikûmetên Yekîtiya Ewropayê û rêxistinên civaka sivîl kirin, ku ji bo Ocalan bikevin nava tevgerê.

Jinan dan xuyakirin, ku heta Ocalan azad bibe, ew ê çalakiyên xwe bi berfirehî dewam bikin.

PARÎS

Kurdên li herêma Evry ya paytexta Fransa Parîsê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. 

Kurdistaniyên li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Evry li hev civiyan, heta Gara Grîgny meşiyan. Di meşê de dowîz û pankartên bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî" hatin hildan.

Di dema meşê de dirûşmên "Kujer Tirkiye", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.