ATÎF'ê ji bo festîvala li Kolnê banga tevlîbûnê kir

ATÎF'ê ji bo 24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 3'ê Îlonê li Kolnê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Federasyona Karkerên Tirkiyeyî yên li Elmanyayê (ATÎF), têkildarî 24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, ku wê di 3'ê Îlonê (sibe) de li Kolnê bê lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, piştî hewldana darbeyê êrîşên AKP'ê zêde bûne û her sê partiyên li parlamentê HDP û Kurdan hedef digirin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû Tirkiyeyiyan hat kirin û hat gotin, "Em ruhê têkoşer ê neteweya Kurd ku her li kolan û li ber bendan e, tevlî ruhê xwe bikin û biherikin kolanan."

ATÎF'ê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir, divê ew li dora dirûşma "Ne darbeya leşkerî, ne dîktatoriya sivîl", "Bijî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan" li hev bicivin û roja 3'ê Îlonê li Kolnê li hev bicivin.