Li greva birçîbûnê ya li Atînayê çalakgerên biçûk
Li paytext Atînayê, çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Ocalan dewam dike. Zarokên çalakgeran jî destekê didin çalakiyê.
Li paytext Atînayê, çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Ocalan dewam dike. Zarokên çalakgeran jî destekê didin çalakiyê.
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, li ser banga Meclîsa Gel bi şiyara "Azadiya Ocalan azadiya me ye, tenduristiya wî tenduristiya me ye" greva birçîbûnê ji bo 5 rojan hat destpêkirin. Çalakî di roja 4'an de ye.
Çalakgeran li meydana Syntagma ya li pêşiya parlamentê kon vedan û bi moraleke mezin çalakiya xwe didomînin. Tevî Kurdan, Yewnan jî tevlî çalakiyê dibin û destekê didin.
DESTEKA ZAROKAN
Danê êvarê jî Kurdistanî bi girseyî diçin serdana çalakgeran. Çalakger bi dirûşme û sirûdan her wiha bala tûrîstan jî dikişînin. Zarokên ku malbatên xwe ziyaret dikin, heta êvarê belavokan belav dikin û bi vî rengî tevlî çalakiyê dibin.
Ji van zarokan Silava Qamişlo ya 11 salî got, "Ji bo bo Serok Apo ez ê heta êvarê tevlî çalakiyê bibim. Ew Serokê me ye." Jûlîa Cano ya 13 salî jî got, "Ji bo Serok Apo ez timî tevlî çalakiyan dibim. Ji bo azadiya wî ez ê her tim tevlî çalakiyan bibim."
Ji çalakgerên biçûk Nûr Reşo ku 14 salî ye got, "Bila leşkerên Tirk ji Rojava derkevin. Ew der ne cihê wan e, cihê me ye. Em wan naxwazin li wê derê bibînin."
Komîteya Amadekar jî bang li Kurdistaniyên li Atînayê kir ku destekê bidin çalakiyê.