Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê bi piştgiriyên kom bi kom dewam dike
Greva birçîbûnê ya ku Meclîsa Dîasporaya Şengalê daye destpêkirin, di roja 10’emîn de didome. Çalakiya Greva Birçîbûnê bi piştgiriyan berdewam dike.
Greva birçîbûnê ya ku Meclîsa Dîasporaya Şengalê daye destpêkirin, di roja 10’emîn de didome. Çalakiya Greva Birçîbûnê bi piştgiriyan berdewam dike.
Greva birçîbûnê ya ku endamên Meclîsa Dîasporaya Şengalê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan û ji bo di navdewletî de statuya Şengalê bê nasîn bêdem-bêdorveger li Strasboûrgê dabûn destpêkirin, di roja 10’emîn de ye. Ji îro û şûn de ji rêveberiya Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) jî wê komek ji bo piştgiriyê tevlî greva birçîbûnê bibe.
Serokê Meclîsa Dîasporaya Şengalê Fîkret Îgrek têkîldarî çalakiya ku li Dêra La Trés-Sainte-Trinité di roja 10’emîn de berdewam dike, agahî parve kirin, destnîşan kir ku bi moral û biryardariyek mezin çalakiya xwe didomînin.
Îgrek, careke din bangên xwe yên ji bo KE û CPT’ê dubare kir, got; “Tevî hin zehmetiyên têkîldarî tenduristiyê jî, em ê heta bigihêjin armanca xwe bi awayekî bi biryardarî û bi coş çalakiya xwe bidomînin. Em careke din daxwaza xwe dubare dikin ku statuya Şengalê nas bikin, ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan zelal bibe, derhal divê ji Konseya Ewropa (KE) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) heyetek biçe Îmraliyê.”
40 DOSYA, BI SEDAN BELAVOK HATIN BELAVKIRIN
Fîkret Îgrek ragihand ku di çarçoveya çalakiya greva birçîbûnê de ji bilî dezgehên di bin sêwana KE de, di serî de nûnertiyên partiyên siyasî û dezgehên civaka sivîl ên li Strasboûrgê bi giştî li 40 saziyan dosya pêşkêş kirine.
Îgrek anî ziman ku bi belavkirina belavokan jî hewl didin têkîldarî armanca çalakiya xwe di gel de hestiyariyekê ava bikin.
RÊVEBERIYA CÎK’Ê JI BO PIŞTEVANIYÊ TEVLÎ GREVÊ BÛ
Kurdistaniyên li Hollanda, Elmanya û Strasboûrgê bi armanca destekê îro jî serdanên xwe domandin.
Her wiha, piştî rêveberên Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Federasyona Êzîdiyên Ewropa (FEK), komek ji rêveberiya Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) jî bi armanca piştgiriyê wê dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojan bike.