BI DÎMEN

Saziyên Kurd ên li Rûsyayê ji bo Rojava bang li hêzên navneteweyî kirin

Saziyên Kurd ên li Rûsyayê bi hev re daxuyaniyek dan çapemeniyê û bang li Rûsya, welatên rojavayî û hemû hêzên navneteweyî kirin, ku li ber dagirkeriya Tirk a li Rojavayê Kurdistanê rabin û destekê bidin QSD'ê, ku rûmeta mirovahiyê diparêze.

Nûnerên Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd ên li Civata Dewletên Serbixwe, Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê, Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurd li Rûsyayê, Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê, Organîzasyona Parastina Mafên Kurdan li Moskowayê (Mezopotamya), Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê (Viyan), Yekîtiya Karsaziyên Kurd li Rûsyayê, nûnerên KNK û PYD'ê yên li Rûsyayê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Di civîna çapemeniyê de Nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî amade bû.

Nûnerên saziyên Kurd li Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava ya li paytexta Rûsya Moskowayê li hev civiyan, rewşa li Rojavayê Kurdistanê, dagirkirina Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirk ve û êrîşên li dijî Rojava nirxandin. Li dû vê civînê daxuyaniyeke hevpar ji çapemeniyê re hat dayîn.

Di daxuyaniya hevpar de bang li Rûsya, welatên rojavayî û hêzên din ên navneteweyî hat kirin, ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwestê nîşan bidin. Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşankirin, ku serketina li Minbicê hat bidestxistin û rizgarkirian beşek din a ji xaka Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê, qonaxeke nû daye destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewletên statukoparêz Îran, rejîma Esad û dewleta Tirk xwe li vê serketinê ranegirtine û bi hev re dest bi êrîşê kirine."

'HEDEFA SEREKE YA ÊRÎŞAN KURD Û FEDERASYONA DEMOKRATÎK E'

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, şerê li Hesekê û Şedadê û dagirkirina Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, rastiya vê hevkariyê raxistiye pêş çavan û hat gotin, "Ev dagirkerî li dijî gelê Kurd, gelên Ereb, Suryanî, Asûrî, Ermenî, Tirkmen û sîstema federasyona demokratîk hatiye kirin. Weke hedefa duyemîn jî li dijî temamiya gelên Sûriyeyê hatiye kirin."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat gotin, "Weke saziyên Kurd ên li federasyona Rûsyayê, em bawer in ku çareseriya pirsgirêkên li herêmê ancax bi azadiya Rêber Apo dibe."

'JI BO OCALAN DIVÊ ZEXT LI DEWLETA TIRK WERE KIRIN'

Di daxuyaniya hevpar a saziyên Kurd de ev bang û daxwaz hatin bilêvkirin:

- Di serî de Rûsya divê hemû welat li dijî dagirkirina xaka Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve, helwestê nîşan bidin.

- Pêwîste Rêveberiya Rojava-Bakurê Sûriyeyê û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk weke nûnerên gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyê li Cenevre-3 werin naskirin.

- Ji bo alîkariya însanî ji koçberên li Rojava re bê ragihandin, pêwîstî bi rakirina ambargoya li ser Rojava heye. Ji bo rakirina vê ambargoyê û vekirina deriyên sînor, divê hewldan werin kirin.

- Ji her alî ve girîng e xwedî li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bê derketin, ku QSD li dijî DAIŞ û komên din ên tund şer dike û rûmeta mirovahiyê diparêze. Pêwîte alîkariya çekên giran û teknîkê jê re were dayîn.

- Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê raya giştî ya cîhanê zextê li dewleta Tirk bike.

...