Malbata Êzidî: Ocalan hevrêyê xizan, bindest û gelan e
Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 11. de bi biryardarî dewam dike. Malbata Serokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek ku yek ji çalakgeran e, bang li Kurdên Êzidî kir.
Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 11. de bi biryardarî dewam dike. Malbata Serokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek ku yek ji çalakgeran e, bang li Kurdên Êzidî kir.
Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza statuya Şengalê hat destpêkirin, di roja 11. de ye. Çalakger bi biryardarî çalakiya xwe didomînin. Malbata Serokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek ku yek ji çalakgeran e, bang li Kurdên Êzidî kir.
Çalakiya greva birçîbûnê bi rengekî bêdem û nedorveger ji aliyê 5 rêveberên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê ve tê meşandin. Ji îro û pê ve wê komek ji rêveberiya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ji bo destekê beşdarî grevê bibe. Beriya niha ji federasyonên Elewî û Êzidiyan ji bo piştgiriyê tevlîbûn çêbûbû.
Li aliyê din, hejmara Kurdistaniyên greva birçîbûnê ziyaret dikin roj bi roj zêde dibe. Malbatên çalakgeran jî ji bo destekê tên Strasboûrgê. Yek ji çalakgeran Serokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek e. Dayika Îgrek Hedeiye Îgrek û bavê wî Mejdîn Îgrek destek dan çalakgeran û bang li gelê Kurd kirin, ku xwedî li daxwazên çalakgeran derkeve.
'OCALAN HEVRÊYÊ BINDESTAN, XIZANAN Û GELAN E'
Mejdîn Îgrek bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 17 sal in di nava tecrîdê de dîl tê ragirtin û got, "Birêz Ocalan hevrêyê xizan, bindest û gelan e." Îgrek ji her kesî xwest, ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava hewldanan.
Mejdîn bal kişand ser fermana 74'an a li Şengalê rabû û destnîşan kir, ku di wê demê de bi hewldanên Tevgera Azadiyê ya Kurd, pêşî li qirkirinê hat girtin. Mejdîn da zanîn, haya Êzidiyan ji vê rastiyê heye, lê divê ji bîr nekin û ji hemû rêxistinên Kurdan jî xwest bibin yek.
Îgrek diyar kir, ew soza piştgiriyê didin gerîla û pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd û bang li lîderê PDK'ê Mesûd Barzanî kir, ku weke 'lîderekî gel, siyasetê bimeşîne' û berjewendiyên gelê Kurd derxîne pêş. Îgrek bang li hêzên demokrat ên li cîhanê jî kir, ku li dijî tecrîdê û qirkirina li Êzidiyan, derkevin.
HEDIYE ÎGREK: HER KESÊ XWEDÎ RÛMET, DIVÊ YA PKK'Ê JI BO GEL KIR JI BÎR NEKE
Dayik Hediye Îgrek jî bi taybetî bang li Êzidiyên Şengalî kir û got, "Eger PKK nebûya, dibe ku îro yên dijîn nemabûna. Her kesê xwedî rûmet, divê ya vê partiyê (PKK) ji bo gel kiriye, ji bîr neke."
Hediye Îgrek ji Êzidiyên li Şengalê xwest, ji niha û pê ve destekê bidin PKK'ê.
Îgrek çalakgerên greva birçîbûn û her kesên destekê didin wan silav kir û got, armanca çalakiyê hêja ye.
Hediye Îgrek da xuyakirin, ku ew dixwazin di demeke kurt de 'agahiyeke baş' ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin û hêviya xwe ya ji bo azadiya gelê Kurd bilêv kir.