Li Agirî, Edene û Bedlîsê operasyonên qirkirina siyasî
Li Agirî û Edeneyê, polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser malan û gelek kes binçav kirin. Li Bedlîsê jî 5 kesên hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Li Agirî û Edeneyê, polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser malan û gelek kes binçav kirin. Li Bedlîsê jî 5 kesên hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Li navçeya Bazîd a Agiriyê, polîsên tîmên taybet ên Tirk danê sibehê avêtin ser malan. Di serdegirtinê de Hevserokên HDP'ê yên Navçeyê Abdullah Ekîlîk û Hamîde Tûran hatin binçavkirin.
EDENE
Li Edeneyê jî danê vê sibehê avêtin ser malan. Polîsên Tirk bi hevdemî avêtin ser gelek malên li taxên Kuçukdîkîlî, Denîzlî û Gulbahçe yên navçeya Seyhanê. Di serdegirtinê de gelek kes hatin binçavkirin, ku zarok jî di nav wan de hene.
BEDLÎS
Ji kesên 5 roj berê li navçeya Xîzan a Bedlîsê hatin binçavkirin Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Selahattîn Guzel, endamê Meclîsa Şaredariyê Etem Yaman, ji rêveberên DBP'ê yên navçeyê Îkbar Koçman û Cafer Turkmen hatin girtin.