KNK: TC li Kobanê gora xwe dikole
KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên bi temamî li ser tinekirina Kurdan saz kiriye û got; “TC li Kobanê gora xwe dikole.”
KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên bi temamî li ser tinekirina Kurdan saz kiriye û got; “TC li Kobanê gora xwe dikole.”
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkîldarî êrîşa dewleta Tirk a li xaka Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand, destnîşan kir ku dewleta Tirk bi temamî polîtîkaya xwe li ser îmhakirina Kurdan ava kiriye û bang li hemû Kurdistanî û hêzên cîhanî kir ku piştevaniya Kobaniyan bikin.
KNK’ê di daxuyaniya nivîskî de şerê dijwar ê sala 2015’an li Kobanê bi êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê yên bi piştevaniya Tirkiyeyê pêş ket bi bîr xist û got; “Kobaniyan berxwedaneke efsanewî nîşan da û ji çar alî ve Kobanî kirine çeperên parastinê û rê nedan ku DAIŞ navenda bajêr bigire. Ji salekê zêdetir li Kobanê şerê parastinêpêş ket. Kobanî bû wijdana mirovahiyê û li timamî dinyayê deng veda. Dinyayê piştevaniya berxwedana Kobaniyê kir. Kobanî bû meydana şerê tarîtiyê û ronahiyê. Kobaniyan temsîla ronahiyê dikirin, DAIŞ û hevalbendên wan temsîla tarîtiyê dikirin. Di encam da hêzên ronahiyê bi ser ketin û dinya li hêza reş ango DAIŞ û piştevanên wê tarî kirin. TC wekî her car di piştevaniya DAIŞ’ê de li çeperê neheqiyê bû û di her hemleya xwe de şikest.”
KNK’ê di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku TC vê carê bi serkeftina Kurd û hevalên wan ên li Minbicê kete nav panîkê û wiha pê de çû: “Piştî ku Kurd û hevalbendên wan di berfirehkirina navçeyên azadkirî de pêş ketin, TC’ê pozisyona dagiriyê wergirt û êrişî Cerablûsê kir. Paralelî vê dagirkeriyê jî pozisyona xwe ya êrîşkar li seranserê tixûbe rojavaya Kurdistanê çalak kir û dest bi provakasyonan kir. Ji bilî êrişên çekdarî li ser tixûbê Kobaniyê dest bi avakirina dîwarî kir. TC esasen dixwaze timamî tixûbê rojavaya Kurdistanê bike dîwarê rûreşiya xwe. Xelkê Kobaniyê li ser pêya ne û vê reftara TC’ê protesto dike û bi dengekî bilind hawarê dike ku ev dîwar neyê çêkirin. TC bi êrîşkarî û dagiriya li ser rojavaya Kurdistanê dixwaza destkeftên xelkê me têk bibe. Lê belê, TC bi vê siyaseta xwe ya êrîşkarî û dagirkeriyê nikare bigihêje mexseda xwe. Xelkê Kobaniyê çawa DAIŞ şikandin û bi ser ketin, wê van êrişên TCê jî belav bikin.”
KNK di dawiya daxuyaniya xwe de siyaseta dewleta Tirk şermezar kir û ev bang li hemû Kurdistaniyan û cîhana demokratîk kir; “Hawara Kobaniyê bibihîzin û wekî berxwedana parastinê piştevaniya Kobaniyan bikin û rê nedin ku TC vî dîwarê rûreşiyê ava bike û dawî li êrişkarî û dagîrkeriya li ser rojavaya Kurdistanê bînin.”