Polîsên Elman Meşa Dirêj asteng kirin
Polîsên Elman muzîka Meşa Dirêj ku Ciwanên Azad organîze dike, hincet nîşan da û Meşa Dirêj asteng kirin.
Polîsên Elman muzîka Meşa Dirêj ku Ciwanên Azad organîze dike, hincet nîşan da û Meşa Dirêj asteng kirin.
Meşa Dirêj ya ku beriya Festîvala Çanda Kurd a 24. destpê kirî, ya ku îro ji Grevenbroîchê dewam dikir, muzîk hêncet hate nîşandan û hate astengkirin. Diyar bû ku polîsan êrîş biriye ser ciwnan û hin ciwan hatine binçavkirin.
Meşa Dirêj a ku bi pêşengtiya Ciwanên Azad, 31’ê Tebaxe li Dûîsbûrgê dest pê kirî, îro kete roja sêyan. Ciwanan dixwestin ji ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Grevenbroîchê dest pê bikin û bigihijin heya bi Leverkûsenê, ku rawestgeha dawî ya meşê bû.
Lê polîsên Elman mûzîk kire hêncet û xwest ku meşê rawestîne. Ciwanan ev rewş qebûl nekirin, bertek nîşandan û bi çalakiya rûniştinê protesto kirin. Ciwan niha li Grevenbrocîhê çalakiya rûniştinê berdewam dike.
Polîsan ji ciwanan re got, bêyî ku mûzîkê lêbixin ew dikarin bimeşin. Lê enamên Ciwanên Azad diyar kirin, ew bi biryar in ku çalakiya xwe heya niha çawa bi rê ve birin, wê ji niha û şûn de jî bi rê ve bibin û çalakiya rûniştinê didomînin. Diyar bû ku polîs kabloyên hoparlorê qut kirine û provakasyonên xwe didomînin.