AKP'ê bi rêya Rewşa Awarte dest danî ser şaredariyan
Hikûmeta AKP'ê, qanûna 'bicihkirina qeyûman li şaredariyan' ku ji rojeva Meclîsê derxistibû, bi biryarnameya xwedî hukmê qanûnî, xist meriyetê.

Ev biryarnameya bi hejmara 654'an duh nîvê şevê hat derxistin. Bi vê biryarnameyê wê hikûmeta AKP'ê karibe qeyûmên xwe li şaredariyên DBP'yî bi cih bike û dest deyne ser şaredariyan.
Balkêş e ev pêkanîna ku demeke dihat sekinandin, heman piştî daxuyaniya tevgera siyasî ya Kurd hat bicihanîn, ku tevgera siyasî ya Kurd dabû xuyakirin, ji bo pêşîvekirina li pêvajoya aştî û çareseriyê wê di 5'ê Îlonê de bikeve meriyetê.
Li gorî vê biryarnameyê, Walîtiya Tirk bêje kîjan şaredarî 'yekser an jî ne yekser destek daye bûyerên şîdet û terorê' wê ew şaredarî yekser bi rêya qeyûman bê desteserkirin.
Heta niha ti qanûn ji bo dema beriya derketina qanûnê bi cih nehatiye anîn. Lê belê AKP wê vê biryarnameya xwedî wesfa qanûnî, ji bo dema beriya niha jî bi kar bîne.
Li gorî vê yekê, wê şaredarên beriya derketina vê biryarnameyê ketine ber lêpirsînê yan jî doz li wan hatine vekirin, wê ji wezîfeyê bên girtin û li şûna wan qeyûm bên bicihkirin.