Civaka Baweriyan a Mezopotamyayê ji bo festîvala li Kolnê banga tevlîbûnê kir

Civaka Baweriyan a Mezopotamyayê, ji bo meş û mîtînga 3'ê Îlonê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir.

Civaka Baweriyan a Mezopotamyayê, têkildarî 24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, ku wê di 3'ê Îlonê de li Kolnê were lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan temsîliyeta zîhniyeta qirkirinê dike û hat gotin, "Li hemberî vê yekê, divê hemû gel û bawermendên demokratîk ên bi rûmet, Elewî, Êzidî û nasnameyên bindest li dijî despot û zaliman li hev bicivin. Ji bo rawestandina vî zalimê Emewî Erdogan, divê gelên me bi yekîtî, piştevanî û biratiyê têkoşîneke hevpar bimeşînin."

Di dawiya daxuyaniya Civaka Baweriyan a Mezopotamyayê de bang li hemû bawermendan hat kirin ku li dijî zilma Erdogan û dewleta Tirk li Kolnê li hev bicivin.