Bayik bang kir: Divê her kes li ber dagirkeriya Tirkiyeyê rabe

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik got, "Tirkiye li dijî Rojava, QSD û Federasyona Bakurê Sûriyeyê derdikeve. Dixwaze DAIŞ, El Nûsra, Ehrar el Şam serdest bike. Lewma bang li her kesî dikim; li ber dagirkeriya Tirkiyeyê rabin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, li ser bûyer û qewimînên li Rojavayê Kurdistanê bersiv da pirsên Stêrk TV.

KOMKUJIYA DÎLOKÊ

Piştî eşkerebûna deklarasyona tevgera we li Dîlokê teqîn pêk hat û dewleta Tirk ev kir hincet û ket Cerablûsê. Bi ketina Cerablûsê re Erdogan Tirkiye xist nava rewşeke çawa?

Dema me deklarasyon weşand, piştî çend saetan li Dîlokê komkujiyek hat kirin. Ew bersiva li deklarasyonê bû. Ji bo deklarasyonê bê tesîr bikin, rojevê biguherîne û her kesî bikişîne nava rojeva xwe, ew komkujî kirin. Belkî gotin bi navê DAIŞ'ê ev komkujî hatiye kirin. Bi destê DAIŞ'ê hatibe kirin jî ev ji aliyê AKP'ê ve hatiye kirin. Ji ber ku dema mirov binêrin, kengî tevgera me pêngavek avêt, ji bo wê pêngavê pûç bikin, bi navê DAIŞ'ê komkujî kir. Çi li nava nava Tirkiyeyê çi jî li derveyî Tirkiyeyê. Ev ne tesaduf e. Her kes vê dibîne. Kengî Tirkiye tengav bû, ku tevgera Kurd pêngav avêt, bi vî rengî bersivê didin û hewl didin pûç bikin. Dixwazin rojevên sexte çêbikin. Heta niha DAIŞ'ê li dijî AKP'ê ti çalakî nekiriye. Çalakiyên hatine kirin, li dijî Kurdan e û hêzên demokrasiyê, çepgiran e. Yanî li dijî mûxalîfên AKP'ê ne. Hemû çalakiyên li ser navê DAIŞ'ê hatin kirin, li dijî van hêzan hatin kirin. Ne li dijî AKP'ê, MHP'ê ye. Dîsa li qada navneteweyî çalakiyan dike. Yên ku hinekî nêzî Kurdan dibin, dixwazin Kurd bibin xwedî mafê xwe, wan dikin hedef. Dixwaze hem li qada navneteweyî hem jî li Tirkiyeyê kes nêzî Kurdan nebe, alîkariya Kurdan neke û bi vî rengî Kurdan qir bikin. 

Her ku bi navê DAIŞ'ê çalakî tên kirin li ser vê pêngavê dixwazin hin gavan bavêjin. Li qada navneteweyî jî li Tirkiyeyê heta niha wer bûye. Kengî çalakî kirin, mirov dibînin Tirkiye gavekê davêje. Li Dîlokê jî komkujiyek li dijî Kurdan kirin û piştî wê ew kir zemîn û ket Cerablûsê. Komkujiya Dîlokê ji bo ketina Cerablûsê ji xwe re kir bingehek. Me di daxuyaniya xwe de jî eşkere kir. Dema komkujî çêbû, me got dixwazin vê bikin bingeh û dixwazin bikevin Rojava. Ji xwe piştî çend rojan ketin nava Cerablûsê. Ez şehîdên li Dîlokê bi rêzdarî bibîr tînim, ji bo malbatên wan sersaxiyê dixwazim. Ji bo birîndaran şîfa dixwazim.

DAGIRKIRINA CERABLÛSÊ

Li pêşberî ketina Tirkiyeyê ya Cerablûsê, hêzên navneteweyî bêdeng man. Di dagirkirina Cerablûsê de berjewendiyên wan çi ne?

Berê kesî nedixwest Tirkiye bikeve Rojava, Sûriyeyê. Li dijî wê disekinîn. Yên li dijî wê disekinînin biryar dan  ku Tirkiye têkeve Cerablûsê. Çi hat guhertin ku ev biryar dan. Çima di cih de biryara xwe guhertin û li cem Tirkiyeyê cih girtin? Ev hêz ji bo armancên xwe siyasetê dikin. Demokrasî, azadî, edalet, mafên mirovan ji bo wan propaganda ne. Ji bo her kesî bixapînin. Di bin van têginan de armancên xwe vedişêrin. Armancên xwe esas digirin. Armancên wan ên aborî, siyasî, leşkerî esas in. Ti carî demokrasî, edalet û mafên gelan esas nagirin. Rastî ev e. Bi ketina Cerablûsê rewşeke nû derket holê. Her kes ket nava rewşeke nû. Şerê Sûriyeyê, şerê Rojhilata Navîn hate guhertin. 

Yanî mirov nikare bêje weke berê şer û siyasetê were meşandin. Di şer û siyasetê de wê guhertin çêbibe. Tesîreke xirab li ser şerê li Sûriyeyê, wê çêbibe. Niha tifaqek kirin ku Tirkiye têkeve vê derê. Ku karibin armancên xwe pêk bînin. Heta ku derê wê tifaqê bikin ne diyar e. Çiqasî di ketina Cerablûsê de tifaq kiribin jî di navbera wan de hin nakokî hene. Dixwazin di bin vê tifaqê de armancên xwe pêk bînin. Armancên hemûyan cuda ne. Armancên wan ên digihêjin hev jî hene, nakokiyên wan jî hene. Lewma vê tifaqa wan heta wextekê dikare bimeşe. Ew jî dimîne ser xebata li dijî Tirkiyeyê. Tirkiye ji bo çi ket vê derê? Tê zanîn li Tirkiyeyê belavbûnek rû da. Saziyên Tirkiyeyê gelek lawaz bûn. Li Tirkiyeyê artêş gelekî mezin dihat dîtin, baweriyeke mezin pê hebû. Piştî 15'ê Tîrmehê ew mezinbûn û baweriya bi artêşê zêde nema. Ji ber ku artêş ket bin lingan. Niha Tirkiye, Erdogan, Devlet Bahçelî, Kiliçdaroglû dest dane hev û dixwazin Tirkiyeyê ji vê rewşê derxînin. Dixwazin nîşan bidin ku Tirkiye, artêş ne qels e. Bi ketina Cerablûsê dixwazin vê jî li Tirkiyeyê û li qada navneteweyî bidin qebûlkirin. Dixwazin bi vî rengî ser qelsiya xwe bigirin. 

Wekî din piştî li Minbicê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di nav de YPG jî heye serketin bi dest xistin, DAIŞ'ê derbeke mezin xwar. Di şexsê DAIŞ'ê de Tirkiye, Erdogan, AKP derbeke mezin xwarin. Wê çawa pêşî li QSD'ê bigirin, ku QSD bêhtir pêngava navêje? Ya din jî wê çawa bike ku DAIŞ û Nûsra, Ehrar el Şam hîn bêhtir qels nebin? Ji ber vê yekê Cerablûs ji xwe re esas girtin. Ku karibe DAIŞ'ê hwd. biparêzin. Eger DAIŞ qelstir bibe, wê Tirkiye nikaribe siyasetê bike. Ji ber ku Tirkiye li ser DAIŞ, El Nûsra hwd. siyasetê dimeşîne. Serketina Minbicê ew xist xeteriyê. Pêşî li Federasyona Bakurê Sûriyeyê, pêşî li QSD û Kurdan vebû. DAIŞ, El Nûsra êdî nikarin li pêşiya wan bisekinin. Sûriyeya nû jî wê li ser vê esasê bi pêş bikeve. Ev yek li hemberî xwe  xeteriyeke mezin dît. Lewma bi DYA, Rûsya hwd. re tifaq kir. Li ser Kurdan, tevgera me, bi taybetî li ser Şoreşa Rojava konseptek tê meşandin. Dîtin ku Kurd, Şoreşa Rojava bi pêş dikeve. Bi rizgarkirina Minbicê re hîn bêhtir pêş dikeve. Ev ji bo xwe xetere dît, xwest pêşî li vê bigire, lewma ketina Cerablûsê ya Tirkiyeyê qebûl kirin.

Mirov dikare bêje ku DAIŞ'ê Cerablûs da Tirkiyeyê? 

Li Enqereyê Îran, DYA, Mesûd Barzanî li hev civiyan. Têkilî di navbera Tirkiye, Sûriye, Rûsyayê de pêk hat. Trafîkek bi vî rengî rû da. Yên li ser Iraq û Sûriyeyê disekinin hemû li Enqereyê gihîştin hev. Ji xwe dema ev hemû li Enqereyê bûn Tirkiye ket nava Cerablûsê. Çawa ku Mûsil teslîmî DAIŞ'ê kirin, Cerablûs jî teslîmî Tirkiyeyê kirin. Li Cerablûsê ti şer neqewimî. DAIŞ'ê yekser teslîmî Tirkiyeyê kir. Tirkiye propaganda dike û dibêje me Cerablûs bi dest xist. Dixwaz serketineke bê şer bide diyarkirin. Li holê serketin nîne. Tifaq kirin, ji bo parastina DAIŞ'ê. Tirkiye li ser vê esasê ket Cerablûsê. Gelek ji DAIŞ'ê kincên xwe guhertin û tevlî komên din bûn. Bi vî rengî Cerablûs di destê DAIŞ'ê de ma. Eger Cerablûs biketa destê QSD'ê, wê DAIŞ qels bibûya û nikarîbûya li qada navneteweyî çalakiyan bike. Niha bi ketina Tirkiyeyê re garantî bû ku DAIŞ careke din di ser Cerablûsê re dikare biçe û bê û karê xwe bidomîne. 

ROLA BARZANÎ

Tirkiye li dijî QSD'ê şer dike. Bi ketina Tirkiyeyê re careke din derket holê ku têkiliya Tirkiye-DAIŞ'ê heye. Berê jî hebû, lê bi ketina Cerablûsê re her kesî careke din dît ku têkiliya wan heye. Tirkiyeyê bi xwe sînorê Tirkiye-Sûriyeyê bi alîkariya Rûsya, Amerîka, PDK'ê ji holê rakir. Bi taybetî PDK'ê xizmeteke mezin ji bo Tirkiyeyê kir. Dema Barzanî li Enqereyê bû, Tirkiye ket Cerablûsê. Mesela Barzanî daxuyaniyek da û got, 'Wê li Rojhilata Navîn guhertinên mezin çêbibe' û piştgirî da siyaseta Tirkiyeyê. Li dijî ketina Cerablûsê nesekinî. Çima Tirkiyeyê bang li Barzanî kir? Dema ket Cerablûsê xwest mesajê bide Kurdan û cîhanê. Xwest her kesî bixapîne. Yanî bêje, 'Tirkiye ne li dijî Kurdan ketiye Cerablûsê', û bi vî rengî hin Kurdan sist bike. Ku xwedî li Rojava û tevgera azadiyê ya Kurd dernekevin. Ji ber ku dixwazin derbê li tevgera azadiyê ya Kurd bixin. Ji bo bicihanîna vê armanca xwe, dixwaze ji hin Kurdan feydê bibîne. Siyaseta dagirkeran ev e: 'divê em se bi seyan bidin kuştin. Ti cudahî di navbera seyê reş û spî de nîne'. Vê yekê careke din dubare dike. Divê gelê Kurd vê bibîne. Divê gelê Kurd vê pirsê li Kek Mesûd bike: Dema Tirkiye ket Cerablûsê tu çima çû Tirkiyeyê, te li wir çi kir, te xizmeta çi kir, daxuyaniya te xizmeta kê dike, xizmetê ji Kurdan re dike yan na? Lazime her kes vê bipirse û bersiva vê bixwaze. 

Hin kesên girêdayî PDK'ê propaganda dikin. Dibêjin 'çûyîna Kek Mesûd ji bo deklarasyona KCK'ê ye, ku xwestiye çareseriyê pêk bîne û bi rolekê rabe'. Ev bi temamî xapandin e. Ev ne rast e. Bi van propagandayan dixwazin çûyîna Kek Mesûd veşêrin. Kek Mesûd kengî diçe Tirkiyeyê, pêşî diçe MÎT'ê û cem hêzên şerê taybet. Ev ne tesaduf e. Ev maneyeke xwe heye. Tirkiye konseptekê dimeşîne û dixwaze di vê konseptê de feydê jê bigire. Dibe ku hin îmkanan jî dide PDK'ê, ku bi vî rengî karibe ji PDK'ê feydê bibîne û derbê li tevgera azadiyê ya Kurd bixin. Lazim e di serî de PDK, yên ku vê siyasetê dimeşîne şiyar bin û nekevin xizmeta dagirkeriyê.

'LI DIJÎ TIRKIYEYÊ DIVÊ LI HEMÛ PARÇEYAN BERXWEDANEKE MEZIN WERE NÎŞANDAN'

Hêzên navneteweyî û Tirkiye her tim dibêjin em yekparebûna xaka Sûriyeyê diparêzin. Ketina van hêzan li nava axa Sûriyeyê, gelo ne têkbirina yekparebûna Sûriyeyê? Mirov dikarin bêjin ku van hêzan di nava xwe de xaka Sûriyeyê parve kirine?

Yên ku dixwazin bi rastî li Sûriyeyê demokratîkbûn pêk were û yekitiya Sûriyeyê bê parastin, hêzên demokrasiyê. Hêzên demokrasiyê jî QSD, Federasona Demokratîk e û Kurd in. Yên ku li Sûriyeyê li dijî dîktatorî, faşîzm û xerabiyê disekine, yên dixwazin li Sûriyeyê demokratîkbûnê pêk bînin ev hêz in. Ne DAIŞ, El Nûsra, Ehrar el Şam hwd. e. Lewma divê her kes edalet û demokrasiyê esas bigirin. Lê nêzîkatî ne bi vî rengî ye. Hinek bi rengekî taktîkî nêz dibe. Hinek jî bi eşkere li dijî vê hêzê disekine. 

Ev her du alî jî armanca wan ne demokratîkbûna Sûriyeyê, ne parastina yekparebûna Sûriyeyê ye. Dixwazin armanca xwe pêk bînin. Eger ji bo armanca wan parçebûna Sûriyeyê pêwîst be, wê bi vî rengî tevbigerin. Ketina Tirkiyeyê ji bo Cerablûsê, parçekirina Sûriyeyê ye. Ji ber ku Tirkiye dixwaze li ser DAIŞ, Ehrar El Şam û El Nûsra li Sûriyeyê, Iraqê, li Rojhliata Navîn armancên xwe pêk bîne. Yên niha li cem Tirkiyeyê cih digirin, xizmeta vê siyasetê dikin. Tirkiye dijminatiyê li Kurdan dike. 

Lewma divê gelê me rastiya Tirkiyeyê li hemû beşan baş bibîne. Yanî Tirkiyeyê gelek bajar xera kir, gelek mirov kuşt. Dema ev yek dikir jî digot 'ez xendekan radikim, ez demokrasiyê diparêzim hwd.'. Bi vî rengî gel dixapand. Lê niha diyar e ku Tirkiye dijmiantiyê li Kurdan dike. Ti karekî Tirkiyeyê li Rojava, li Sûriyeyê nîne. Li wir Kurd çi dikin, mafê wan e. Kurd dikare bi gelên Sûriyeyê re pirsgirêkên xwe çareser bike. Çima Tirkiye dest lê werdide? Ji vir jî tê fêhmkirin ku Tirkiye dijminatiyê li Kurdan e. Bi dagirkirian Rojava re, rastiya Tirkiyeyê bêhtir diyar bû. Tirkiye dijminatiyê dike û dixwaze Kurdan ji holê rake. Divê Kurd vê rastiyê bibîne û bi propagandayên AKP'ê nexape. Li xwe xwedîderkeve, li hemberî Tirkiyeyê berxwedaneke mezin li her çar parçeyên Kurdistanê nîşan bidin. Hemû Kurd, gel, ol û hêzên demokrasî û çepgir divê li dijî Tirkiyeyê derkevin. Tirkiye li Iraq û Sûriyeyê jî pêşî li demokratîkbûnê digire. Pirsgirêka esasî ya li Sûriye û Iraqê ji aliyê Tirkiyeyê ve tê afirandin. Ji xwe re qirkirinê esas digire, lewma li dijî gelan e, li dijî demokrasî û azadiyê ye. Ketina Cerablûsê vê yekê zelaltir nîşan dide.

Dema ketina Tirkiyeyê ya li nava Cerablûsê, wate û armanceke xwe ya taybet heye?

Tirkiye li ser şerê Mercidabiq ev pêngav avêt. Di heman demê de ket Cerablûsê. Mercidabiq ku ye? Minbic e. Heman herêm e. Çawa ku Yavûz Sûltan Selîm li Mercidabipê Sûriye bi dest xist, Rojhilata Navîn bi dest xist, niha jî Tirkiye û Erdogan Yavûz Sûltan Selîm ji bo xwe esas digirin. Di heman demê de li Stenbolê bi navê Yavûz Sûltan Selîm pir vekir. Bi vê yekê ve dixwaze bêje 'ez Osmaniyan ji xwe re esas digirim'. Yanî armanca Tirkiyeyê ne demokrasî ye. Li dijî gelan e, bi taybetî li dijî Kurdan e. Ji ber ku gelê Kurd niha li Rojhilata Navîn demokrasî û edaletê temsîl dike. Ji ber ku AKP, Erdogan dijminê demokrasî û edaletê ye, di şexsê Kurdan de dijminatiyê li hemû gelan dike. Lewma Yavûz Sûltan Selîm ji xwe re esas digire. Ev xeteriyeke mezin e ji bo hemû gelan. Bi taybetî ji bo gelên Sûriyeyê. Kurd, Ereb, Çerkes, Suryanî, Ermenî û hemû gel û pêkhate divê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bisekinin. Divê hemû rêxistin nakokiyên navbera xwe bidin aliyekî û bi hev re welatê xwe biparêzin. Divê hêzên demokrasiyê jî li cem gelên Sûriyeyê cih bigirin. Bi vî rengî dikarin pêşî li xeteriya Tirkiyeyê were girtin.

Armanca Tirkiyeyê eşkere ye. Ji ber ku Yavûz Sûltan Selîm ji xwe re esas digire. Yavûz Sûltan Selîm li Mercidabiq Sûriye bi dest xist û Rojhilata Navîn xist destê xwe. Yanî armanca wan Minbic, Efrîn, Bab, Raî, Heleb e. Li ser vê esasê têkbirina Şoreşa Rojava, têkbirina hêzên demokrasiyê ye. Bi destxistina Sûriyeyê ye. Giranîdayîna li ser Iraqê ye. Dixwaze Mûsilê bi fîlî bi dest bixe. Vê yekê dixwaze bi her kesî bide qebûlkirin. Bi vî awayî dixwaze hevsengiya li Iraqê jî biguherîne. Ne tenê li ser Sûriyeyê hedefên xwe li ser Iraqê jî heye. Lê nikarin vê pêk bînin. Dema Yavûz Sûltan Selîm dikarîbû pêk bîne, lê niha nikare pêk bîne. Rewşa ku niha Tirkiye tê de ye, rê nade vê yekê. Dîsa gelê Kurd ne gelê berê ye. Gelên Rojhliata Navîn ne weke berê ye, ku serê xwe li ber Tirkiyeyê bitewînin. Qada navneteweyî jî rê nade vê yekê. Eger hinek rê didin Tirkiyeyê ku hinek daxwazên Tirkiyeyê qebûl dikin, vê yekê ji bo armancên xwe dikin. Ji ber ku armanceke xwe li ser Rojhilata Navîn heye. Rojhialta Navîn bi hêsanî teslîmî Tirkiyeyê nake. Mumkun be dixwazin Tirkiyeyê bixin nava zehmetiyê û li Tirkiyeyê jî daxwazên xwe bide qebûlkirin.

'KURD WÊ ENCAMÊN MEZINTIR BI DEST BIXIN'

Tirkiye niha li Cerablûsê gefan li Kurdan dixwe. Li çend gundan komkujî pêk anî. Gelo Tirkiye hesab nake ku wê ev gef bandorê li Tirkiyeyê jî bike?

Tirkiye hewl dide bi şantaj û tehdîtan xwe ji nava aloziyê derxîne û hinek armancên xwe bi hin hêzan, bi hin dewletan bide qebûlkirin. Mesela Tirkiye û Îran dixwazin Sûriyeyeke bêyî Kurd bi DYA, Rûsya, Ewropa bidin qebûlkirin. Lazim e DYA, Rûsya Ewropa vê qebûl nekin. Ez wan hişyar dikim. Kî dijminatiyê li Kurdan bike wê mezin winda bikin. Di şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê de dibe ku hinek encam girtin. Lê niha nikarin encamê bigirin. Kî bi Kurdan re dijminatiyê Kurdan bike wê winda bike. Kî bi Kurdan re dostaniyê bike, wê karibe berjewendiyên xwe biparêze. Lewma divê kes alîgiriya Sûriyeyeke bêyî Kurdan neke. Hêzên dagirker jî divê vê zanibin: Berê dibe ku bi dijmnatiya Kurdan re hinekî encam girtin. Ya rast ti encam jî negirtin, bi tenê xwe xapandin ku ji wan hebû encamek bi dest xistine. Lê îro bêhtir eşkere bû ku siyaseta heta niha meşandiye, zerar daye wan. Çiqasî bixwazin Kurdan tine bikin, wê nikaribin tine bikin. Wê bi vê yekê tevgera Kurdan xurt bikin. Kurd wê bêhtir xwedî li xwe derkevin û li dijî  vê siyasetê derkevin. Kurdan biryar dane; Wê êdî jiyanek bindestiyê qebûl nekin. Wê bi nasnameya xwe bi rengekî azad bijîn. Êdî kes nikare Kurdan tine bike. Kurd wê ji niha û pê ve encameke mezintir bi dest bixin. 

Tirkiye gelekî qels e, di nava belavbûnekê de ye. Çiqasî hewl bide xwe xurt nîşan dide bila bide. Çiqas hin hêz alîkariyê dide bila bide, wê nikaribe xwe ji vê rewşê rizgar bike. Kurd wê çalakiyên xwe li Bakur, Rojava xurtir bikin û li dijî dagirkeriyê bisekinin. Tirkiye bi vê siyaetê xwe qelstir dike. Mîna dawiya Osmaniyan li xwe dike. Çawa ku Osmanî belav bû, kêm mabû Tirk ji holê rabin û bi zorê Komara Tirkiyeyê ava kirin. Dibe ku niha nikaribin vê jî bikin. Lewma hişyar dikim. Divê dest ji vê siyasetê berdin. Nizanim AKP, CHP, MHP dest dane hev de qaşo eniyeke milî dimeşînin, dijminatiya Kurdan dike. Bi vê siyasetê nikarin Tirkiyeyê ji vê rewşê derkevin. Çiqasî vê siyasetê dewam bike, Kurd wê li dijî vê siyasetê şer mezin bike. 

Lewma banga min li Kurdan ew e ku li hemû beşan xizmetê ji vê siyaseta Tirkiyeyê re neke. Îro Kurd nêzî azadiyê bûne. Lazim e Kurd li cem Kurdan cih bigirin, li dijî dagirkeriya Tirkan bisekine. Tirkiye xwe mezin nîşan dide, lê ne mezin e. Lazim e kes wer nebîn.e Bi girtin û kuştinê Tirkiye dixwaze her kesî teslîm bigire. Divê kes xizmetê ji vê siyasetê re neke. Divê Kurd li hemû beşan yekîtiya xwe ya neteweyî, kongreya neteweyî, stratejiyeke hevbeş bafirînin û hemû hêza xwe li dijî dagirkeriyê bikar bînin. Dixwazin Lozana dudiyan çêbikin. Eger nikaribin vê bikin, dixwazin Kurdan teng bikin, biçûk bikin soreşa wan bêtesîr bikin û nikaribin ji gelên Rojhilata Navîn re pêşengiyê bikin. Eeger Kurd li dijî vê bisekinin, ne dikarin Lozan duyemî pêş bixin, ne jî dikarin kurdan teng bikin. Eger Kurd berxwedanê mezin bikin dikarin vê konseptê parçe parçe bikin. Dikarin encamê hem ji bo xwe hem ji bo gelê herêmê serketina mezin pêş bixe. Ya ji kurdan tê xwestin ev e.

'DIVÊ LI BER DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ RABIN'

Tirkiye dixwaze Şoreşa Rojava ji holê rake. Ji holêrakirina vê ji holê rakirina Kurdan li hemû beşan e. Ev yek dijberiya li însanetiyê ye. Ji ber ku yê îro li dijî DAIŞ'ê disekine, Rojava, QSD, Federasyona Bakurê Sûriyeyê. Ew ji bo xwe bi tenê şer nakin. Ji bo însaniyetê, ji bo tevahiya cîhanê şer dikin. Tirkiye li dijî QSD, Rojava, Federasyona Bakurê Sûriyeyê disekine. Dixwaze DAIŞ, El Nûsra, Ehrar el Şam hakîm bike. Ev xeteriyeke mezin e li ser Kurdan, li ser Rojhilata Navîn, li ser tevahiya cîhanê ye. Kurd wê li ber xwe bidin, wê karibe li hemberî Tirkiye DAIŞ'ê bisekine. Lê zerara herî mezin wê mirovahî bibîne. Divê her kes alîkariyê Rojava, QSD, Federaysona Bakurê Sûriyeyê bike. Lazim e hemû gelên Sûriyeyê, ji hemû partî, çand, ol divê hemû bi hev re li dijî dagirkeriya Tirk bisekine, welatê xwe, xaka xwe, gundê xwe, bajarê xwe nirxên xwe biparêzin. Hemû dest bidin hev. Yekîtiya Sûriyeyê biparêze, ku Tirkiye Sûriyeyê dagir neke. Ku desthilatdariya xwe, desthilatdariya DAIŞ'ê li wir çêneke. Ku vê belayê li Rojhilata Navîn li cîhanê belav neke. Lewma hem li Sûriyeyê, bi taybetî li Bakurê Sûriyeyê, hem jî li Bakur divê her kes li dijî Tirkyeyê têkoşîneke mezin bike. Eger mezin têkoşiya wê Tirkiye bikeve nava çiravê û derbeke mezin bixwe. Di rewşeke bi vî rengî de hemû gel wê mezin qezenç bikin. Lewma banga min li her kesî ye ku li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bisekinin.