Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê ji bo Ocalan li kolanan e
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
în, 2 rezberê 2016, 13:57
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.
SOLOTHÛRN: Li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Pinar, jinan çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya li navenda bajêr de belavok hatin belavkirin û agahî li ser rewşa Ocalan hat dayîn.
BASEL: Bi pêşengiya HDK'ê li bajarê Basel ê Swîsreyî bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de tecrîda li ser Ocalan hat şermezarkirin. Beşdaran her wiha nerazîbûn nîşandî dagirkirina Cerablûsê dan.
ZURÎCH: Li bajarê Zurîchê jî, bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ber Parlamenta Zurîchê çalakiyek hat lidarxistin. Parlamentera SP Monîka Wîckî li vir axivî û got, "Di 1'ê Îlonê Roja AştiYê ya Cîhanê de em careke din bang li Tirkiyeyê dikin; ji bo aştiyeke mayînde di çarçoveya perspektîfên Abdullah Ocalan de tavilê dest bi muzakereyê bike." Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Jinê ya Bêrîtan de hat gotin, dewleta Tirk tecrîda li ser Ocalan re şer sor dike.
BERN: Li ser banga HDK Bernê, li bajarê Bern ê Swîsreyê bi wesîleya 1'ê Îlonê mîtîngek hat lidarxistin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin. Qisekeran xwestin malbat û parêzer derhal biçin Îmraliyê û Ocalan bibînin.
BADEN: Li bajarê Baden ê Swîsreyê, Meclîsa Jinê ya Rojbîn li navenda bajêr kon veda û belavok li ser rewşa Ocalan belav kir. Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan jî li meydana Marsîlya Vîeûx-Portê kon veda û daxwaza azadiya Ocalan bilêv kir.
HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, Forûma Aştiyê ya Hambûrgê bi wesîleya 1'ê Îlonê meşek lidar xist di meşê de polîtîkaya tinekirinê ya dewleta Tirk li dijî Kurdan dimeşîne, şermezar kir. Nûnerê NAV-DEM'ê Yavûz Fersolgû fikarên Kurdan ên li ser rewşa tenduristî û ewlekariya Ocalan anî ziman. Meşa li Dammtor destpê kir, li ber avahiya Yekîtiya Sendîka Elman (DGB) bi mîtîngekê qediya.
HÎLDESHEÎM: Li bajarekî din ê Elmanyayê Hîldesheîmê, bi organîzeya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd konvoyek ji wesayîtan li nava bajêr geriya û tecrîd şermezar kir. Di dema vê gerê de tim û tim dirûşma "Bijî Serok Apo" hat qîrîn.
INNSBRÛCK: Li paytexta eyaleta Tîrol a Awûstûryayê Înnsbrûckê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi wesîleya 1'ê Îlonêç alakiyek hat lidarxistin. Beşdarên çalakiyê wêneyên Ocalan û alên KCK û YPG'ê hildan.
TOÛLOÛSE: Bi heman armancê li bajarê Toûloûse yê Fransayê li meydana Capîtolê kon hat vedan û piştî çar rojan ev çalakî qediya. Di çalakiyê de bang li Kurdistaniyên li Ewropayê hat kirin, ku sibe li Kolnê li hev bicivin.
HORSENS: Li bajarê Horsens ê Danîmarkayê bi qasî 20 kesan ji bo destekê bidin greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê, ketibûn greva birçîbûnê û îro çalakiya xwe qedandin. Çalakgeran anîn ziman, ku ew ê çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdê dewam bikin.
KOPENHAGEN: Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Ocalan hat destpêkirin dewam dike. Çalakî li meydana Gammeltorvê li binê konekî dewam dike û li ser armanca çalakiyê belavok tên belavkirin.
LONDON: Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Îngilîstan Londonê jî hat şermezarkirin. Endamên Ciwanên Azad bi vê armancê meydana herî qelebalix a bajêr Pîccadîlly Cîrcûs dagir kirin û tecrîd şermezar kirin. Ciwanan li ser armanca çalakiyê belavok belav kirin û bi qîrîna dirûşman dawî li çalakiya xwe anîn.