Bayik: Li ser tenduristî û ewlekariya Rêber Apo xeteriyeke mezin heye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik nerazîbûneke tund nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û diyar kir, ku êdî sebra wan û gelê Kurd nema ye.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik nerazîbûneke tund nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û diyar kir, ku êdî sebra wan û gelê Kurd nema ye.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik nerazîbûneke tund nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û diyar kir, ku êdî sebra wan û gelê Kurd nema ye. Bayik got, "Divê hemû gelê me zanibe, xeteriyeke mezin heye. Ji bo tenduristî û ewlekariya Rêber Apo divê her kes rabe ser piyan û çi dikare bike îro bike. Eger îro neke, dibe ku sibe dereng be."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bû mêvanê bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.
Bayik got, "Lazime gelê me vê rastiyê zanibe. Di şexsê Rêber Apo li hemberî tevgerê, gelê Kurdistanê konseptek tê meşandin" û bal kişand ser hewldana darbeyê.
Bayik ev nirxandin kir:
"Kes nizane di 15 Tîrmehê de li Îmraliyê çi qewimî. Eger dewleta Tirk bi israr daxwaza tevgera me, gelê me pêk nayne, di vir de ew konsept heye. Lewma daxwaziyê pêk nîne. Ji ber ku di şexsê Rêber Apo de êrîşî gelê me, tevgera me dike. Dixwazin derbeyê li tevgerê, li gelê Kurdistanê bixin. Ji ber ku biryara qirkirinê dane. Her kes dizane yê ku ev gel rakir ser piyan, gihand roja îro Rêber Apo ye. Yê ku li ser gelê Kurd qirkirinê bimeşîne, ji bo armanca xwe pêk bîne, wê Rêber Apo esas werbigirin.
Di darbeya 15'ê Tîrmehê de jî li ser Rêber Apo sekinîn. Wê şevê, li wir çi qewimî, kes nizane. Em dibêjin eger dewleta Tirk bi xwe bawer e, lazim e deriyê Îmraliyê veke. Li wê derê çi qewimî, her kes zanibe. Eger veneke, wê demê guman zêdetir dibin. Lê ji hemû tiştan dewleta Tirk, Tayyîp Erdogan, hikûmeta AKP'ê mesûl e. Em wan mesûl digirin. Heta niha me bi sebir xwest vî derî vekin, li wir çi qewimiye her kes zanibe. Lê belê israr dikin ku venekin. Çima israr dikin? Xuya ye tiştek qewimiye û li ser wê esasê armancekê dimeşînin. Armanca wan jî qirkirin e. Dixwaze qirkirinê bikin. Lewma derî li kesî venake."
'HETA KU REWŞA RÊBER APO ZELAL NEBE, TIŞTEK ZELAL NABE'
Bayik da zanîn, ku weke Hevserokatiya Giştî û Civata Giştî ya KONGRA GEL wan daxuyanî di vî warî de wane, hişyarî û bang kirine û got, "
Êdî sebra me jî, ya gelê me jî nema. Heta niha hinek çalakî pêk hatin. Ew çalakî baş in. Lê divê ew çalakî xurtir bibin. Divê hemû gelê me zanibe, xeteriyeke mezin heye. Ji bo tenduristî û ewlekariya Rêber Apo divê her kes rabe ser piyan û çi dikare bike îro bike. Eger îro neke, dibe ku sibe dereng be. Siyaseta gemar, qirkirinê li dijî Rêber Apo dimeşînin. Lazime her kes zanibe xeteriyek li ser her kesî heye. Ji ber vê divê her kes li dijî vê xeteriyê çi ji dest tê bike.
Niha li Ewropayê bi pêşengiya Êzidiyan çalakiyek pêk tê. Ew çalakî baş e. Lê divê hejmar zêdetir bibe. Divê olên din jî tevlî bibin. Wê demê wê tesîrek çalakiyê hebe. Wekî din li Ewropayê gelê me çalakiyan dike. Divê ev çalakî werin xurtkirin. Li hemû beşên Kurdistanê divê gelê me xwedî li Rêber Apo derkeve. Her kes bixwaze ku Tirkiye rewşa Rêber Apo zelal bike. Divê bikin ku malbata Rêber Apo biçe Îmraliyê û daxuyaniyekê bide. Wê çaxê gelê me dikare li ser vê esasê biryarê bide. Heta rewşa Rêber Apo zelal nebe, tiştek zelal nabe."
'DIVÊ GEL Û KOMÊN JI BAWERIYÊN DIN JÎ XWEDÎ LI RÊBER APO DERKEVIN'
Bayik ji bo pirsa, "Xeteriya vê yekê li ser gel û olên din çi ye?" ev bersiv da:
"Rêber Apo ji hemû gel, ol û çandan re Rêbertiyê dike. Ji bo însaniyetê Rêbertiyê dike. Li nirxên azadî û demokrasiyê xwedî derdikeve. Xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li însaniyetê û li xwe ye. Eger li derveyî Kurdan, gel, ol û çandên din bêjin 'ev pirsgirêk tenê ya Kurdan e, ya PKK'ê ye', wê zerareke mezin bidin xwe. Ji bo zerarê nebînin divê xwedî li Rêber Apo derkevin. Gelê bindest, azadîxwaz, demokrasîxwaz hemû bi xeteriyê re rû bi rû ye. Eger ev siyaseta wehşî li ser Rêber Apo tê meşandin, ji ber vê yekê ye. Ji ber ku Rêber Apo wijdan û dengê însaniyetê ye. Vê dibînin, lewma bi hovane êrîşî Rêber Apo dikin. Di şexsê Rêber Apo de dixwaze her kesî teslîm bigire. Lewma divê her kes xwedî li Rêber Apo derkeve, Kurdan bi tenê nehêlin. Divê li dijî zilm, faşîzm û dîktaroriya Tirkiyeyê bisekine. Çiqasî li ser vê esasê têbikoşe wê bi xwe jî encamekê bigire."