'Gel wê qeyûmê qebûl neke'
Hikûmeta AKP’ê, bi CHP'ê û MHP'ê re li hev kir û Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de derxist. Hikûmetê bi vê biryarnameyê re rê li ber vekir û bi qeyûman dest deyne ser hemû malên şaredariyên DBP'yî.
Hikûmeta AKP’ê, bi CHP'ê û MHP'ê re li hev kir û Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de derxist. Hikûmetê bi vê biryarnameyê re rê li ber vekir û bi qeyûman dest deyne ser hemû malên şaredariyên DBP'yî.
Hevserokê Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û Hevserokê Şaredariya Şirnexê Serhat Kadirhan û Berdevkê partiyê yê HDP’ê Ayhan Bîlgen diyar kirin, encam wê giran bin. Kadîrhan, ‘’Em û gel, em ê vê verastkirinê qebûl nekin’ û bi berdewamî got, ‘’ne pêkan e ku gelê herêmê vê verastkirinê bi xwe bide qebûlkirin.’’
'HEDEF ŞAREDARIYÊN ME NE'
Kadîrhan diyar kir, hedefa qanûnê şaredariyên DBP’ê ne û got, "hikma qanûnê ya navborî, beriya niha dema ku anîn meclîsê bi lihevkirina çar patiyan ji pêşnûmeyê hate derxistin. Lê hema piştre min got divê em biendaze bin. Min gotibû heya ku hikûmet nebêje min dev ji vî karî berdaye, dibe ku bi biryarnameya di hikmê qanûnê de vê pêşnûmayê zagonî bike. Jixwe wiha jî bû."
Kadîrhan di berdewamiya axaftina xwe de got, ew ê li hemberî vê pêkanînê bêdeng nemînin û diyar kir, "Gel jî wê vê rewşê qebûl neke. Ji ber ku helwestek li dijî vîna gel, nûnerê gel e. Em ê heya dawiyê li dijî vê li ber xwe bidin."
'BERPIRSÊ KAOSÊ WÊ XWEDANÊ VÊ VERASTKIRINÊ BIN'
Berdevkê partiyê yê HDP’ê Ayhan Bîlgen jî diyar kir, tişta ku hikûmet nikare ji meclîsê derbas bibe, bi biryarnameyên di hikmên qanûnê de wê zagonî bike û wiha pê de çû, "Biryarnameyên di hikmê qanûnê de ne xwedî wê pozîsyonê ne ku hema dilê we çi bixwaze, bi awayê ku hûn dixwazin wê pêk bînin. Divê li gorî armancê be, sînorên wê hatibin diyarkirin, divê çarçoweya wê were diyarkirin û çêkirin lê ev verastkirina dawî vê nîşan dide: her tiştê ku dixwazin lê ji parlamentoyê derbas nabe, wê bi rêya BHK’an de pratîze bikin. Divê were gotin ku ev rewş nayê qebûlkirin."
Bîlgen CHP got, "Em hêvî dikin partiya muxalefeta sereke ku xwedî wê rayeyê ye dikare serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide, vê berpirsyariya xwe û bihistyariya xwe nîşan bide. Ev tê wê wateyê ku ji demokrasiya Tirkiyê rewşeke temsîlî, sembolîk jî nemaye. Tayînkirina qeyûmê ji bo Tirkiyê xweyî wê rîskê ye ku dikare ber bi krîz û kaosê ve bibe. Di vê mijarê de berpirsê rageşiyê jî wê ew kes bin ku vê verastkirinekê wiha bi kêfî dikin."
Bîlgen diyar kir di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de j îtiştekî wiha nebûye û got, "Di 12’ê Îlonê de jî dema ku şaredar ji peywirê dihate girtin, li meclîsê çareserî dihate dîtin û formul dihatin dîtin. Pêdivî bi vê jî nabînin. Ev tinehesibandina gel e. Hilbijêrên wê derê di pozîsyoneke wiha de dibînin ku nikarin tiştekî hilbijerin. Tê gotin, ez li ser navê îdarê, navendê, wezîrtiyê çawa dilê min xwest ez ê bi rê ve bibim. Hebet wê helwesta li dijî vê jî mezin be. Ne pêkan e ku hem di raya giştî ya navnetewî de, hem di nav gelê herêmê de ev verastkirin were qebûlkirin."
Bîlgen ragihand, bi verastkirinê wê ti wateya hilbijartinê jî nemîne û wiha domand, "di encamê de ku rayeyeke wiha radîkal ku malê wan bifiroşin, endamên meclîsê ji kar bigirin, wê ti wateyeke hilbijartinê jî nemîne û tenê weke rîtûelekê bimîne."
Bîlgen diyar kir, akademîsyenên ku îmze avêtibûne Akademîsyenên ji bo Aştiyê jî bi vê biryarnameyê ji kar hatin durxistin û wiha got, "Kesên ku îmze avêtin danezana Akademîsyenên ji bo Aştiyê miemeleya darbekaran bi wan dikin. Li vê derê darbekarî ew e ku mirov di şevekê de 48 kesî li ber derî deyne an aştîxwazî ye?"