BI DÎMEN

Di Meşa Dirêj de berxwedana Bakurê Kurdistanê hat silavkirin

Meşa Dirêj a ciwanên Kurd di roja duyemîn de ye. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî destek da meşê. Di meşê de berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin.

Meşa Dirêj a bi şiyara "Em rabin bi tolhildan, têk bibin dagirkerî, azad bikin Rêbertî" bi pêşengiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad hat destpêkirin, di roja duyemîn de ye. Ciwanên duh ji bajarê Dûîsbûrgê dest bi meşê kirin, îro saet di 10:00 de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dusseldorfê meşa xwe dewam kirin.

Di dema meşê de faşîstan hewl dan provokasyonê bikin. Lê belê ciwanan ev hewldana pûç kirin û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "PKK gel e gel li vir e" û "Terorîst Erdogan" qîriyan.

'TÊKOŞÎNA JI BO JIYANA AZAD DEWAM DIKE'

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi ruhê berxwedana li Bakurê Kurdistanê meşvan silav kir û bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê. Sariyildiz got, "Ruhê bexwedana li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî ye, berxwedaneke ku hêviyê dide me. Hêzên mêtînger, faşîst û despotîk dixwazin Rojhilata Navîn bixin nava kaosekê. Lê belê Tevgera Azadiyê bi pêşengiya Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn ji bo avakirina jiyaneke azadîparêz têdikoşe."

CIWAN BER BI GREVENBROÎCHÊ DIMEŞIN

Ciwan wê îro bi qasî 25 kîlometreyan bimeşin û xwe bigihînin Grevenbroîchê. Sibe jî ji vê derê berê xwe bidin Leverkûsenê.

...