AvEG-Konê ji bo Festîvala Çanda Kurd a 24. banga tevlîbûnê kir
AvEG-Kon’ê bang kir ku sibehê bi girseyî tevlî 24. Festîvala Çanda Kurd bibin ku wê li Elmanya, Kolnê were lidarxistin.
AvEG-Kon’ê bang kir ku sibehê bi girseyî tevlî 24. Festîvala Çanda Kurd bibin ku wê li Elmanya, Kolnê were lidarxistin.
Konfederasyona Koçberên Çewisandî ya Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî da û got, ‘’Îro tişta ku darbekarên 15’ê Tîrmehê nikarî pêk bîne, klîka AKP û Erdogan ya ku xwe weke parezvanê demokrasiyê nîşan didin, zêdetir dikin. Demokratên ku li kuçeyên Tirkiyê seriyan jêdikin, bi girtina Ozgur Gundem û Azadiya Welat nîşan didin ku li hemberî kesên ku weke wan nafikirin, çendî çavnebar in.
Bi komkujiya Dîlokê ya bi hevkariya DAIŞ-AKP’ê pêk hatî, nîşan dan ku ew dawet û kevneşopiyên çewisandiyan, Kurdan jî ranagirin û bi çavsorî nêzîk dibin.
Li dijî serkeftinên têkoşîna azadiya Kurdistanê yên ku li dijî kujerên DAIŞ’ê bi dest ve anîn, ku wan bi xwe ew bi çek û rext dikirin, dewleta Tirk a faşîst û dagirker, bi dagirkirina xakên cîranên xwe, armanca xwe ya rastîn eşkere kirine. Tişta ku çeteyên DAIŞ’ê nikarîn bi dest ve bînin, ji bo ku ew bi xwe pêk bînin, ketin rê. Lê artêşên dagirker, çeteyên faşîst û hêzên faşîst ên sivîl û kujer, çawa ku di paşerojê de şikestin wê ji niha û pê de jî bişikin. Li hemberî berxwedana mezin a Kurdên mêtingerbûyî û çewisandî wê têk bişkin.’’
AvEG-Konê di berdewamiya daxuyanê de ev bang kir: “Em bang dikin ku li dijî darbeya faşîst a AKP’ê derkevin û hemû hêzên demokrasiyê, yên li gel mafê mirovan û azadiyan 3’yê Îlonê, roja şemiyê werin Kolnê.’’