Bi hezaran Vedat Turkalî ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin
Nivîskar û şoreşgerê mezin Vedat Turkalî, bi merasîmekî bi beşdariya hezaran, li gel hevjîna wî Merîh Pîrhasan bi dengê wî “Li benda me be Stenbol” ve hate definkirin.
Nivîskar û şoreşgerê mezin Vedat Turkalî, bi merasîmekî bi beşdariya hezaran, li gel hevjîna wî Merîh Pîrhasan bi dengê wî “Li benda me be Stenbol” ve hate definkirin.
Cenazeyê nivîskar û rêberê sosyalîstan Vedat Turkalî li ser mile hezaran, bi dirûşmên mîna “Bijî Biratiya Gelan” û “Ji Şer Re Na, Niha Aştî” anîn Goristana Zincîrlîkûyûyê. Piştî rêzgirtinê û şûn de Tûrkalî li gel dirûşma “Şaîrê Doza Me Vedat Tûrkalî” li gel hevjîna wî Merîh Pîrhasan a ku beriya 3 salan jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin.
Piştî definkirinê hevalê wî yê 38 salan, parlementerê Berê û parêzvanê mafê mirovan Akin Bîrdal axivî. Akin diyar kir ku wê ticaran Tûrkalî ji bîr nekin û di rêya ku nîşanî wan daye de bimeşin û wiha got: “Rehet raze, hevrêyên te wê daxwaz û mirazên te bi cih bînin. Wê aştî were vî welatî.”
Hevseroka HDP’ê Salahattîn Demîrtaş jî wiha anî ziman: “Wê ji bo bi dehan nifşên piştî me werin re nivîskarekî mîna wî, navê wî li dine bimîne.” Demîrtaş wiha axivî: “Em qala kesekî behsa aştî, azadî û mirin daye pêşiya xwe dikin. Ew yek ji wan kesên ku heta dawiya jiyana xwe parêzvanê aştiyê bû û bi awayekî herî baş nûnertiya wê kiriye.”
Piştî axaftinan ji dengê Turkalî helbesta “Li Benda Me Be Stenbol” hate gûhdarkirin.